Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar N. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. 20ê Adarê 1990. Dê û bavê min, ew û hevalên xwe tev jibo ku bi awayekî ‘’veşartî’’ Newrozê pîroz bikin, li Sûr ya Diyarbekir saloneka dawetê kîra dikin. Jibo neyên ferqkirin ji hevalên dê û bavê min yek dibe zava û yek dibe bûk. Xwedîyê salonê gava dibîne ku mesele ne dawet e, lê Newroz e dibêje ‘’Eyb e nabe heyran, ez jib...
Mar 19, 2025•3 min
Ezmanekî hêşin î hinek ewrên gewr û sipî lê, deyşta dipdirêj û kîpkesk û roya zer û sor li jor me dibişirî, bi çelengîyên xwe dikirin ku herkesê hatibû Newrozê bela û bêtara bi ser Kobanîyê de hatibû parîyekî bîr bike. Çi bigir şêni li Sirûcê nemabû, zar zêç û kal û pîr, tevî miletê ji derve, herkes hatibû li ser vî girê ku Kobanî xweş didî kom bûbû. Di wê qelebalixê de min ji nas û dostan xwe kes ne, lê tek bavê xwe yî li ser heftêyî xistiye û bi heyecana xortê çardeh salî hatiye Newrozê, dî. E...
Mar 17, 2025•1 min
Di vê xelekê de mektûba Guhdar J. heye. Fotografa li qapaxê Guhdar J. kişandiye. Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ...
Mar 13, 2025•2 min
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar P. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Însan en pir di nexweşîyê de dixwaze sevgilîyeka wî hebe. Bi şev saet dihat dehan, ketime xew li ser kanepeyê, paşê ez rabûm çûm odeya razanê. Nîvê şevê çûbû, ez şiyar bûm ji xew û min li dora nihêrî. Min dî sîya darên dûr li dîwêr ketiye. ‘’Ez niha li ku me..’’, min pirsî ji xwe bi bayê xewê. Min telefon vekir, min dî per...
Mar 12, 2025•1 min
11.03.2025, Sêşem Min îro nîvê wê berî fitarê nîvê wê piştî fitarê Heskîf ya Elif Yiğit sêr kir ji YouTubeê. Belgefîlma sala 2021an ji programên festîvalan filan li ber çavê min ketibû berê, lê wer fersend çênebûbû ku ez herim wê sêr kim. Elif Yiğit belgefîlma xwe herhal piştî temambûna gera wê ya li festîvalan anîye li YouTubeê nû bar kiriye. Di belgefîlmê de kameraya Elif Yiğit li Heskifê pir caran sabît sekiniye û guh daye ser wan Heskifîyan ku cîh û warên bav û kalên wan di bin avê de mane. ...
Mar 11, 2025•2 min
10.03.2025, Duşem Rojîya Remezanê ye. Min îro berbangê anî şiîrên Lîrîka Berbangê ya Mewlûd Oguz xwendin. Berê min hema di ser re çavek li şiîrên Lîrîka Berbangê xistibû, lê seba sir û sêhra şiîrên wê kitabê tam bibînim ferz bû ez wê xususî berbangê bixwînim ku min jî wer kir. Mewlûd Oguz di şiîrên Lîrîka Berbangê de bi ziman û zanîna xwe hem nola seydayê medreseyeka mezin e hem jî nola Stenbolîyekî sekuler e, dûr ji dîn û îmanê. Bi şiîran eşkere dibe ku li welatê bav û kalên Mewlûd Oguz, xuşexu...
Mar 10, 2025•2 min
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. ''Li erebeya xwe siwar dibim û muzîka xwe eyar dikim. Îro rojeka bi hizûr e: Ji Mehmet Atlı, ji İssa Hassan yanî, Gula Dil vedikim. Çiqas pir hez dikim ji vê muzîkê, min derd û kulên xwe bîrva kirine, diçim manîkura xwe. Xweş e, çi xweş e dinya, dinya piçek sar e lê ne xem e, na! Qelebalixek, trafîkeka pir dixuye li ser P...
Mar 08, 2025•3 min
Di vê xelekê de mektûba Guhdar C. heye. Fotografa li qapaxê Guhdar C. kişandiye. Ji vê lînka Patreonê destekê bide Perxudres Podcastê. Va podcasta tu jê hez dikî bi destekên guhdarên mîna te hêja weşana xwe didomîne. Û ji vê lînka Substackê bibe aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê metnên vê podcastê werin e-maila te, belaş e. ...
Mar 06, 2025•1 min
03.03.2025, Duşem Min îro Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê xwend, kitaba çîrokên Îmad Bernas. Hez dikim kitabên tenik yên bi hikmê xwendineka xweş di royekê diqedin. Eger tenikîya Geryanên Berêvarkî Li Kolanên Amedê deynim hêlekê û berê xwe dîsa bidim çîrokên wê ezê bêjim Îmad Bernas xusûsî bi sê m’yan nivîsîye; meş, muzîk, mekan. Di çîrokan de, ku ge-ge realîst in ge-ge surrealîst, karakterê Îmad Bernas guh li muzîkan, çav li mekanan û nig jî li meşê, panoramayeka kuçe û kolanên Amedê çêdik...
Mar 04, 2025•3 min
1ê Adarê 2025 Guhdar Ş., Mektûba te ez pir kêfxweş kirim, min çend caran xwend, lê jiber karûbarên dinê û debarê ez ancax niha li te vedigerim, qûsirê menêre heyran. Ez berê ji Ulyssesa James Joyce ya Kawa Nemir û begefîlma Aylin Kuryel û Fırat Yücel destpê bikim. Min ew belgefîlm berê ji MUBIyê sêr kiribû, seba te min vekir carekê jî ji Zagros Film Festivalê sêr kir. Tê bîra min, sala 2014an min ser destpêka wê wergerê metneka parîyekî mîzahî nivîsîbû. Di metnê de min gotibû Kawa Nemir li ser r...
Mar 01, 2025•3 min
27.02.2025, Pêncşem Roya Banga Ocalan Li Diyarbekir li Meydana Daxqapîyê me. Hema bêje saetek berî ro here ava li Diyarbekir mektûba Serokê PKKê Abdullah Ocalan tê xwendin li Stenbolê û deng bi hoparlorên mest î mezin li vir bilind dibe. Berê bi Kurdîya Kurmancî sîyasetvanê sal û zemanan Ahmet Türk dixwîne mektûba Ocalan. Dîrekt ji destpêka mektûbê tê fehmkirin ku mektûb ji Tirkî hatiye tercûmekirin û ne mimkûn e bi wê Kurmancîyê tiştekî zelal jê were fehmkirin. Tim dibêjim Kurmancîya medya û sî...
Feb 27, 2025•2 min
Hatim ber van şêmûgên deriyên te bê silav û kilav. Qey tu dibêjî zîyaret e, ocaxa kesera ye bimbarek. Em tên êgir didin ser êgir. Derdê te ji serê te zêdetir e, bi vêya zanim, kesên peyaman dişînin ji te re derdê te zêde dikin bi wê jî zanim. Lê ya nizanim heyat e. Carinan dibêjim, law xwezî dugmeyek vê mîratê heba me pêlê bikira û bisekiniya ji bo bîstekê, ji bo famkirinekê ji bo hîskirinekê. Hela me çi kir, em çi dikin, dê çi bikin? Heyat e dibêjim, me leqayî her cûre însanî dike. Felek ee dib...
Feb 27, 2025•4 min
26.02.2025, Çarşem, Piştî Nîvro Min vekir Bîr ya Veysi Altay ser kêr ji Zagros Film Festivalê. Vê belgefîlmê bala xwe daye ser 7 kesên sala 1995an li Kerboranê hatine wendakirin. Belgefîlmê bi deng û dîmen û fotografên gazete û televîzyonên salên 1990î bi sebir û semax bîr pir rind kolaye. Jixwe ji bîrên salên 1990î ji êş û elemê pê ve tiştek dernakeve, lê tevî vê trajedîya mezin jî heta niha ji wan salan pir kêm belgefîlmên muhîm û mezbût derketine ku ew jî bi serê xwe trajedîyeka din e. Veysi ...
Feb 26, 2025•1 min
26.02.2025, Çarşem, Berî Nîvro Serê sibê zû berî ez rûnim taştekê bixwim çayekê vexwim min vekir ji Zagros Film Festivalê, Bîraxane ya Bilal Korkut sêr kir. Piştî min fîlm vekir bi min wer hat ku ez di danekî şaş de fîlmê sêr dikim, lê min got de tiştek nabe, hele ka çi ji vê meselê derdikeve. Bîraxane bi şiîrên şairê şêrgele Arjen Arî hal û hikayetên karakterên welêt û yekî ji derveyî welêt raber dike. Ê ji derveyî welêt, Amerîkîyek e ku ji wan dûran daye dû şiîrên Arjen Arî û hatiye van nêzîka...
Feb 26, 2025•2 min
24.02.2025, Duşem Îro jî biqede çar royên Zagros Film Festivalê dimînin. Gava min fîlmên festîvala îsal dîtibûn min qirar dabû ku ez heta roya talî ya festîvalê temamê wan fîlman sêr kim û wan bipodcastînim. Di vê festîvala onlayn de 20 fîlm hene bo mehekê û min di 15 royan de hema bêje nîvê fîlman, 11 fîlm sêr kirin û podcastandin. Herhal jiber ku min berê ti carî di demeka ewqas kin de ewqas fîlm sêr nekiribûn û ewqas nefikirîbûm ser her xelekeka podcastê bunyeya min ranekir, sînyalên nexweşîy...
Feb 24, 2025•2 min
23.02.2025, Bazar, Piştî Nîvro Fîlmeka din li îro, ji Zagros Film Festivalê dîsa, Pele ya Shorish Vakili. Min va fîlma nola çîrokên Gabriel Garcia Marquez û Jorge Louis Borges pir eciband. Di fîlmê de kalemêrekî ku berê esker bûye, li saloneka sînemayê dişixule û ew her cara ku salonê pak dike li ser perdeyê lekeyên xwînê dibîne. Bi fîlmê, bi lekeyên xwînê du gotinên hêla me hatin bîra min. Yek, ‘’xwîn di zikê wî de tune’’ ye ku bi vê gotinê qest kesên zalim û zordest, kesên xedar in. A duduyan ...
Feb 23, 2025•2 min
23.02.2025, Bazar, Berî Nîvro Min vekir Gotûbêjin ya Nimet Gatar sêr kir ji Zagros Film Festivalê. Vê belgefîlmê navê xwe ji projeya xwe ya şêrîn-şebab sitandiye. Bi projeyê fîlmên sînemaya Kurdan, ewên ku sînefîl jî pir caran nikanin zûbizû bibînin û temaşe bikin, bi teknîk û îmkanên mobîl çûne Dêrsim, Diyarbekir û Wanê û geh li malan û geh li salonan hatine ser perdeyê. Fîlm çûne, fîlm çûne wan bajaran lê bi tenê jin ketine seansên wan fîlman; ew piştre bi hevdu re ser wan fîlman peyivîne û ji...
Feb 23, 2025•2 min
22.02.2025, Paşîn Serê sibê rabûm min ji Zagros Film Festivalê, Karnica ya Meryem Semedi vekir, sêr kir. Fîlm ser kalemêrekî û pîrejîna wî ya bi Alzheimer çerx bûye. Zarokên wan dixwazin dîya xwe bişînin mala hemşîreyan ku ew di bin kontrolê de li wir bimîne, lê kalemêr bi cefa û wefa li ber xwe dide, pîrejina xwe bernade. Bi vê fîlmê dîn û dîwaneyên zarokîya min hatin bîra min. Wan çaxan pir meraq dikir min, xwedîyên wan çito li wan dinêrîn, ew çito îdare dikirin. Rokê min ji mezinên xwe mesele...
Feb 22, 2025•2 min
21.02.2025, În Dewam dikim li Zagros Film Festivalê, îro min Triangle ya Zhino Hadi sêr kir. Zhino Hadi di vê fîlmê de di ser du peya û du jinan re behsa meseleya tacîzê, meseleya destdirêjîyê dike. A rast, kes rasterast qala tacîzê nake di fîlmê de, tenê ji awiran herkes fehm dike ku kê çi kiriye çi nekiriye. Di heyatê de jî ne wisa ye ma? Tacîz pir caran eşkere nabin, mexdûr jibo xwe mexdûrtir hîs neke di nêv milet de meselê vedişêre, behsê nake. Bi min wer tê ku di vî zemanê qaşo modern de ta...
Feb 21, 2025•1 min
20.02.2025, Pêncşem Îro jî min Alf Leila Wa Leila ya Mahsum Taşkın sêr kir ji Zagros Fîlm Festîvalê. Fîlma sala 2020an min berê bihîstibû ji hevalên ji hêla Botanê, lê fersend çênebûbû ku ez rûnim sêr kim. Deng û dîmen, senaryo li hêlekê min zimanê Alf Leila Wa Leila ne îşê îşan pir hez kir. Ji fîlmê wer tê xanê ku Mahsum Taşkın seba karakterên fîlmê nekevin tirs û tatêlê ji wan xwestiye ku bi şîweya xwe bipeyivîn, hema bi Kurmancîya xwe. Dibînim di fîlmên Kurdan de zimanê sir-standart sar dike ...
Feb 20, 2025•1 min
17.02.2025, Duşem Şev şikestibû, berbang bû hema bêje, min ji Zagros Film Festivalê vekir Director ya Azad Jafarpour û Morad Haghparast sêr kir. Di vê fîlma anîmasyon de Azad Jafarpour û Morad Haghparast bi senaryoyeka mehnedar mealen dibêjin gava dîrektor dest bi çêkirina fîlma xwe dikin, dibin karakterên fîlmê û dibin fîlma xwe bi xwe talîya talî. Muzîkê pir nizanim, lê di edebîyatê de jî wisa ye. Şair dibe şiîra xwe mesela, Flaubert dibe Madame Bovarya xwe. Azad Jafarpour û Morad Haghparast d...
Feb 17, 2025•1 min
16.02.2025, Bazar Îro min ji Zagros Film Festivalê, Yavru Karınca sêr kir, Kurmorî yanî, yanî Baby Ant. Fîlma bi dîrektorîya Derya Uygurlar behsa dê û keçekê dike, bavkê malê di hepsê de. Di fîlmê de performansa keçka biçûk ya nav Deniz bala min kişand; ew keçka nav Almina Kahraman ku di çend fîlmên din de jî lîstiye. Derya Uygurlar bi fîlma sahne û sekansên wê ji hindur malê dernakevin kiriye ku kesên fîlmê sêr dikin hepsê his bikin. Dîsa qawanoza ku kurmorî têde çerx dibe hinekî wekî heyat û h...
Feb 16, 2025•2 min
13.02.2025, Pêncşem Îro anîmasyon: Min ji Zagros Film Festivalê Starting Over sêr kir. Starting Over senaryo û anîmasyona Jawad Mourad e û Evin Berazî dîrektorîya wê kiriye. Fîlm di 4 deqîqeyan de sîstema sedrên ji rastî û rasyonalîteyê dûr raber dike. Sedr, hikûmdarî yanî, her ku sert dibe ji aqil û mantiqê dûr dikeve, her ku ji aqil û mantiqê dûr dikeve hîn sert dibe. Gotinek heye, dibêjin kes newêre ji filankes re bêje ‘’sîya te xwar e..’’ Jawad Mourad û Evîn Berazî, bi Starting Overê, bi por...
Feb 13, 2025•1 min
11.02.2025, Sêşem Îro jî min Çerx ya Metin Ewr sêr kir ji Zagros Film Festivalê. Metin Ewr, Çerx sala 2021an çêkiriye û fîlma xwe îthafî ‘’generalên biçûk yên Apê Mûsa’’ kiriye. ‘’Generalên Biçûk’’ ji zar û zimanê Musa Anter ji salên 1990î vir ve ser tarîfkirina wan belavkarên Özgür Ülke û gazeteyên din yên li ser wê xetê tê gotin. Di zarokîya xwe de min ji wê xetê Özgür Gündem dixwend û dîsa ji wê xetê Azadiya Welat di gêncîya xwe de. Kesên ew gazeteyên han dixwendin cidî û sîyasî bûn û giranîy...
Feb 11, 2025•1 min
09.02.2025, Bazar Min îro ji Zagros Film Festivalê, 7 Symphonies of the Zagrosê sêr kir. Belgefîlm bi dîrektorîya Parviz Rostami ser heyata Nazif Moradweysi ye ku wî li Zagrosan 65 salan pife şimşalê kiriye. Fîq, ney, şimşal, bilûr, zirne enstrumanên pifkirinê ne. Di zarokîya min ya ne çiyayî lê deyştî de dengên bilûr û zirneyan hebûn. Zirne li ber devê gewendeyan bû, li def û dawetan dihat bihîstin. Bilûr jî îş û karê şivanan bû û xêncî wan bi min wer dihat ku bi tenê dîn û dîwane û ehlê terîqe...
Feb 09, 2025•1 min
08.02.2025, Paşîn Min bi The Mountains ya Rebwar Mahmoudpour dest bi sêrkirina fîlmên Zagros Film Festivalê kir. Va festîvala onlayn îsal di sala xwe ya duduyan de ye. Fokûsa festîvalê par ser Kurdên Sûrîyê bû, îsal jî li dora Kurdên Îranê çerx dibe. Bi gotina kordînatorê festîvalê Simon Suleymani, par Rojava, îsal Rojhilat. Vegerim fîlmê: The Mountains ya ku ez bi xêra vê festîvalê pê hisiyam, belgefîlmeka kin e ser kolberan. Kolber ji wan kesan re tê gotin, ewên ekserî li mabêna Îraq û Îranê l...
Feb 08, 2025•2 min
Qedehek şeraba din vedixwe dîya min, dest bi girîyê dike, digirî û di ber hêsirên xwe re dewam dike hêdî hêdî: ''Bavê min ji camîyê dernediket meha Remezanê. Ez biçûka malê kûçika malê bûm, sahûr û fitarên ku xwişkên min hazir dikirin, min dibirin, min dibirin di paceyên camîyê re didan bavê xwe. Min tenê destên wî didîtin, destên sipî bûn, destên narîn bûn. Xwarin ji destên min digirt, digot ‘’Eferim qîza min, sax bî, Xwedê ji te razî be’’ û pace digirt. Dawîya meha Remezanê, serê sibê li camîy...
Feb 06, 2025•6 min
30.01.2025, Pêncşem Kovara Deng, Adara 1992yan bi Koma Dengê Azadî re roportajek kiriye. Jiber ku wextekê min li Fedî, li wê albuma Koma Dengê Azadî pir û pir guhdarî kiribû, min roportaj bi meraqeka ‘’ka çi gotine û çi negotine wê çaxê’’ xwend. Roportaj hîn pir berî ‘’Fedî’’yê, piştî ku Koma Dengê Azadî albuma xwe ya pêşî ‘’Hêvî’’ derxistiye, hatiye kirin. Di roportajê de tiştekî pir bala min kişand. Koma Dengê Azadî dibêje, di komê de 7 kes hene û ji wan 2 mihendis in, 1 îşçî ye, 1 konservatua...
Jan 30, 2025•2 min
29.01.2025, Çarşem Bi şev wer ji nişka ve hat bîra min, min vekir li Çankaya, li xatirayên Falih Rıfkı Atay nihêrî. Falih Rıfkı Atay, ku katibê Mustafa Kemal Atatürk bûye, di vê kitabê de ser salên pêşî yên dewleta Tirkîyê û meseleyên zimanê Tirkî malumatên êpêce enteresan dide. A kir ku ez vekim careka din li wê kitabê binêrim, meseleka Ziya Gökalp û Abdullah Cevdet bû. Gorey gotina Falih Rıfkı Atay, Ziya Gökalp jibo ‘’psîkolojî’’yê digotiye ‘’ruhiyat’’, Abdullah Cevdet jî digotiye ‘’psikoloçya...
Jan 29, 2025•2 min
28.01.2025, Sêşem Min îro pêşgotina Dîroka Edebîyata Kurdî ya Prof. Dr. Marûf Xeznedar xwend. Ez di kitabên tarîxê de, di ewên akademîk de gava pêşgotinê dibînim û serencama hazirkirina wan kitaban, spasîyan filan dixwînim, kêf li min ne îşê îşan xweş dibe. Xeznedar di destpêka gotina xwe ya pêşî de dibêje ‘’Şiîr li ba min ji asîman dihat xwarê, şair jî kesek wisa bû ku ji terefê Xwedê ve hatibû şandin.’’ Vê gotina Xeznedar şoreka Ema Sazbend anî bîra min. Ema Sazbend di roportajekê de dibêje ‘’...
Jan 28, 2025•2 min