#202. Xwînxwînî - podcast episode cover

#202. Xwînxwînî

Feb 23, 20252 min
--:--
--:--
Download Metacast podcast app
Listen to this episode in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episode description

23.02.2025, Bazar, Piştî Nîvro


Fîlmeka din li îro, ji Zagros Film Festivalê dîsa, Pele ya Shorish Vakili.


Min va fîlma nola çîrokên Gabriel Garcia Marquez û Jorge Louis Borges pir eciband.


Di fîlmê de kalemêrekî ku berê esker bûye, li saloneka sînemayê dişixule û ew her cara ku salonê pak dike li ser perdeyê lekeyên xwînê dibîne.


Bi fîlmê, bi lekeyên xwînê du gotinên hêla me hatin bîra min.


Yek, ‘’xwîn di zikê wî de tune’’ ye ku bi vê gotinê qest kesên zalim û zordest, kesên xedar in.


A duduyan jî ‘’Xwedê xwînê wenda nake’’ ye ku bi vê şorê tê gotin, dûr dibe nêzîk dibe, çar sal pêşde dibe çar sal paşde dibe, talîya talî heq cîhê xwe dibîne.


Shoris Vakili, bi lekeyên li perdeya sînemayê, bi kalemêrê deng jê dernakeve, bi xeberên televîzyonê yên di ber re, bi xwîna bûye av ji Îraqê rengê Rojhilata Navîn raber dike, real û surreal.


Ez dibêjim qey li Tirkîyê ne derhênerên Kurdan ne jî yönetmenên Tirkan, rejîsoran yanî, yanî dîrektoran ser xwîna bi dehan salan rijîyayî hîn fîlmên tam fîlm, ne real ne surreal li perdeya sînemayê nexistine.


Gotineka din hebû, ser hêrs û herbê digotin, xwîna wan ketiye çavên wan.


Xwîna me nerijîyaya lê tenê ji çavên me biçûya ser perdeyê jibo fîlman û ew aşt bibûna, û em aşt bibûna, xwînxwînî, xwînî, bê xwîn.


Omer Faruk Baran 


https://zagrosfestival.com/

For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android