‘’Hilbe Kobanî’’ya Selîm Temo 26ê meha 1ê ya 2025an, di salvegera 10an ya rizgarîya Kobanîyê de derket. Ez ku wê royê ji Sirûca li ber serê Kobanîyê diçûm Diyarbekir, min xebera ser derketina kitaba ji zû de li bendê bûm, li rê, di Instagramê de dît. Çito ez gihîştim Diyarbekir, ez li derekê aware nebûm, dîrekt çûm, min kitab kirî û ez rûniştim, min kitab du caran xwend. Carê ji destpêkê heta dawîyê, carê jî ji dawîyê heta destpêkê; her carê, nola Selîm Temo jî gotî, bi dengê beytikê dûr ji hêlî...
Jan 26, 2025•1 min
Eren Keskina bi karên xwe yên hiqûqî tê naskirin di roportajeka xwe ya sala 2022yan de dibêje jinên polîtikaya çep çima li xwe nanêrin, çima xwe xweşik, xwe çeleng nakin, ew ti carî fehm nake. Li ser vê pirsa xwe Eren Keskin dîsa bi xwe cewabê dide, dibêje mêran ji xwe re şeklek daye jinên polîtîkaya çep û jinan jî qebûl kiriye û tim wisa maye. Bi vê pirsê bi vê cewabê re wer tê xanê ku Eren Keskin bi qasî micadeleya xwe ya ser heq û hiqûqê, seba makyaja xwe, seba cil û kincên xwe jî pir li ber ...
Jan 25, 2025•2 min
Havîna 2019an bû. Piştî nîvro saet 1 bû hema bêje. Ez bi west ji ber pez dihatim, ber bi mal ve dimeşîyam. Hîngî germ bû xwîdan wek dilopên baranê ji enîya min berjêr dibû. Li ber westa min, teselîya min, telefona min Samsung A10 bû; têde bi dengê Fadilê Kufragî, ‘’Bavê Fexrîya’’ lêdiket. Piçek nêzî mal bûm. Dayê şaneşîn şirt dikir, balkon dişûşt . Wekî ku tiştekî xerîb bihîstibe serê xwe rakir, li min mêze kir. Qey dengê telefonê çû wê. Got: ‘’Letîf, lawê min, ew ne Fadilê Kor e?’’ Min got ‘’Na...
Jan 16, 2025•4 min
Di gêncîya min de ‘‘yara min’’ bi rîtm û retorîka xwe û bi dengê koroya NÇMê straneka şahîyê bû, ez pê şa dibûm, radibûm reqsê: çavê reş û belek tevde kil dane, bejna yarê zirav e wekî leylan e Stran dîsa eynî stran, rîtm û retorîk dîsa eynî rîtm û retorîk, koro dîsa eynî koro, lê qey wext derbaz bû, qey ez serwext bûm: yarê li me barî berfeka pûk e, yarê min bihistî tu bûyî bûk e Havîn be zivistan be ferq nake, êdî ranabim reqsê, dadikevim xeman, bi xeman dikevim, dikevim. Omer Faruk Baran...
Jan 09, 2025•1 min
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcat e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Merheba! Ez Guhdar D., ew bû deh sal in doktorîyê dikim û nêzî du salan e hema bêje li onkolojîyê dixebitim. Jibo doktorîya min, salên min yên borî tiştekî din in û salên min yên li onkolojîyê tiştekî din. Ser salên li onkolojîyê bêjim: Berî her tiştî, gava nexweş dikevin polîklînîkê, jiber nexweşîya nav-nexweş elbet, ez d...
Jan 02, 2025•3 min
Spotifyê, ew platforma populer ya muzîk û podcastan, lîstên 2024an eşkere kirin. Her çiqas min sala 2024an gorey 2023yan a pir ji YouTube Musicê li stran û kilaman guhdarî kiribe jî seba tarîxa xwe ya şexsî ezê behsa lîsta xwe ya Spotifyê bikim ku her ro du ro çav û guhên min li ser wê platformê ne. Qeydên Spotifyê raber dikin ku min sala 2024an tewr zêde li Meçhul ya Sercan Öztürk guhdarî kiriye. Vê muzîka enstrumantal ez pir êşandim. Qey ez hinekî mazoşîst im ku min zêde zêde vekiriye guh daye...
Dec 30, 2024•7 min
Îskender , navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min. Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên pêxember û keç û kurên wan bûn û ne li mektebê ne jî li camîyê, min ser Îskender tiştek nebihîstibû. Kesî nedigot Hezretî Îskender , bi referansên Îslamî gotinên nola Îskender eleyhî selam yan Îskender radyallahu e...
Dec 28, 2024•3 min
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar YZ. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me. Merheba! Eger ez karibim îja mektûbê bibim serî dê bibe mektûba min a ewil. Çinku heta vê lehzê qet fikra min çênebû ez mektûbekê binivîsim, bişînim. Qaşo min çend caran xwe ceriband lê ti tişt jê derneket. Qe hevalên min ên mektûbî jî çênebûn. Ên hin kesan hebûn, nizam, ji filan cîh û dîyarî hevalên wan ên mektûban hebû...
Dec 19, 2024•4 min
Dinê di talîya 2024an re ji Sûrîyê dît ku beyraqek çito bi bayê bezê dikeve xwarê û li şûna wê çito yek radibe, li ba dikeve. Hema bêje temamê mîr, wezîr û kizîrên dewletên dinê bi pêşveçûn û serketina muxalîfên bi salan di Îdlibê de asê mabûn şok bûn. Dema muxalîfan beyraqa xwe li Şama paytext bilind kir dewletên giregir dest bi danûstandinan kirin ku wê beyraqê bi rêkên resmî nas bikin. Muxalîfên piştî herba sîvîl ya 13 salan di 12 royan de gihîştine Şamê û bûne îqtidar beyraqa wan demên ku Sû...
Dec 13, 2024•3 min
Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse û hewadîs çi ne, ne çi ne li dinê. Dibînim, dixwînim ku Makbule Çimen, xanima Nesimi Çimen rehmetî bûye. Nesimi Çimen, sala 1993yan li Sêwasê dema dîndarên radîkal ar berdane Otela Madımakê, tevî 34 hevalên xwe canê xwe ji dest daye. Wê çaxê, Makbule Çimen jî li wê otelê bûye; ji şewata mezin, bi birînan sax filitiye. Li fotografeka Nesimi Çimen û Makbule Çimen dinêrim, ''çi fotografeka xwîngerm e, samîmî ye’’ dibêjim û pê re kilamê...
Dec 12, 2024•2 min
Dembaş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me. Wê şevê nîvê şevê ji dûr ve, dengek, mîna vedana birûskekê dengek hat min û bi wî dengî şîyar bûm. Gava şîyar bûm, ji xew rabûm, nizanim ji çi bû, min hema hîs kir ku wê tiştekî xerab biqewime. Hîs bi min re, tirsek ket orta dilê min, ew dilê min î bextreş î berê çend caran şikestî. Hîn ez di tirs û tatêlê de me, ne di xew...
Nov 28, 2024•2 min
Li hewşa mala meta min a Emîne, berî ro ji nîvro here esir sîya dareka hêjirê ye dinya salên 1990î. Hizûr û dinya, gulên rengrengî ne dîsa bînên wer xweş wer xweş bi xwe re anîne. Bînên wer xweş wer xweş di şûşeyan de şerbet in, wext hatiye wextan, çi wext in. Hema dema êvar dadikeve erdê, bi çizeçiz radyoyeka Eyntab e ber bi Sirûcê ve dadixîne perdê. adın senin gaffar iken ayb örtücü settar iken, kime gidem sen var iken, cürmüm ile geldim sana. Ahmed Kudusi qey ne navekî te ye ew Xefar eybanved...
Nov 21, 2024•2 min
felek sen ne feleksen bağrım ettin elek sen aldın gülyüzlü yarim daha neme gereksen elbet yüzüm gülecek bülbül güle erecek bu karanlık günlerin bir gün sonu gelecek ağla gözlerim sızla gözlerim beni felek vurmuştur yanar gezerim ben felek vurgunuyam ağlar gezerim Abullah Balak (1938 - 2017) felek tu çi felek î çiqas xerab î te singê min qulqulî kir, kir seradî ew yara min a şêrîn û şekir bir te ez nizam ka tu ji min hîn çi dixwazî qey elbet wê rûyê min bikene bilbil e here li gulê vene van şevên...
Nov 14, 2024•2 min
Dostum ê min î delal, Cara dawî min çi wext mektûbek nivîsî, nayê bîra min. Feqet ez nola navê xwe zanim ku tu bi salan e li heps û zindanên her bajarekî dûr li benda mektûba min î. Zanim, ez zanim ku dilê te ji min maye, û ez zanim ku ji te wetrê min tu bîr kiriyî, lê na, tu her di her bîra min de bûyî, tu her di bîra min de yî. Bi salan e bi xwe de ketime, qebûl nakim, nikarim halê te yî hepsî qebûl bikim. Însanek jibo çi jiber micadeleya ser edalet û azadîyê dikeve hepsê ku? Ew kîjan feraset ...
Nov 07, 2024•3 min
Di vê xelekê de bi deklanşora Murat Bayram fotografeka Berken Bereh heye. Medyakar Murat Bayram sala 2023yan di 50 salîya şairîya Berken Bereh de fotografeka wî kişandiye. Şair Berken Bereh di fotografê de bi huzneka wer bi henûnîyê dagirtî derketiye ku sankî fotograf ji heyata Berken Bereh derketiye. Sankî salan di salîseyekê de dax û derdên dinê tevde danîne ser mil û polên Berken Bereh, bes ew bi şiîrên bûne çare-dermanên çavên wî ji heyatê re sax, ji edebîyatê re silamet û sermaye maye. Wê b...
Nov 03, 2024•2 min
dünyayı sevenler veli değildir canı terkedenler deli değildir insanoğlu gamdan hâli değildir her birini bir efkara yazdılar Aşık Sümmani (1861 - 1915) ewên ji dinê hez dikin ne welî ne terka canan dikin ne dîn û delî ne însanên însan ji xeman ne xalî ne ew her yek li efkarekê nivîsîne bi tercûmeya Omer Faruk Baran Substack:https://open.substack.com/pub/perxudrespodcast/p/parcek-siira-ask-summani?r=4iwpnx&utm_campaign=post&utm_medium=web Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:ht...
Nov 02, 2024•27 sec
Di vê xelekê de Ruhi Su, mirîdên şêxên Kosan û Çanakkale û Çeneqqele hene. bo xatirayên bavê min yê rehmetî ku sala 1965anli Geliboluyê eskerekî 22 salî bû. Süleyman Nazifê Diyarbekirî sala 1909an di yaziyeka xwe de rêber û rayedarên Osmanliyan dide ber top û tîran.Di yaziyê de, Süleyman Nazif dibêje Kurd bi tercîhên xwe ketine bin hikmê Osmanliyan û dibêje yek îstîsna ne têde wan di çar sed û çend salan de tim zilm û heqaret dîne. Hem mehnedar û hem matemdar, Süleyman Nazif dibêje herin bi belg...
Oct 31, 2024•4 min
Di vê xelekê de ser sînorê di şiîrên Arjen Arî de çend gotin hene. Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî. Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne. Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem bi wan stranên li ser lêvên wî hem jî bi hidûdan kesirîne. Belkî çem û çîya, deniz û derya hidûdên t...
Oct 29, 2024•3 min
Di vê xelekê de bi sê zimanan lihevhatina du malên xwînî heye. Jibo temamê nivîsê tu dikarî vê lînkê bitikînî. Foto: Ji çepê ber bi rastê ve İbrahim Halil Yıldız, Cevdet Yılmaz û Ferit Şenyaşar li Quranê guhdarî dikin. Riha - 2024. Eger tu dixwazî bultena Perxudres Podcastê were ser e-maila te ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî bibî abone. Bulten belaş e. Hemî xelekên vê podcastê li ser Youtute jî hene. https://www.youtube.com/perxudres Ser şor, şîret û teklîfên din tu her tim di...
Oct 27, 2024•30 sec
Di vê xelekê de ser wî İsmail Safayê çend gotin hene ku tê gotin bi sermaya Sêwasê miriye. Şair İsmail Safa, ku di edebiyata Tirkî de bi hez û hewesa xwe ya li ser qafîyeyan tê naskirin, di şiîreka xwe de bi gotinên mehnedar behsa Ereb, Laz û Kurdan dike. Di şiîrê de, ji Tirkî ber bi Kurdî ve, bi tercûmeyeka me ya hema çitolêhato wanî dibêje İsmail Safa: Ereb û Kurd ne Laz bûn mirîşk ciliq ne qaz bûn beq nikane mange be li dêve nê qezazbûn Ew şairê bi eslê xwe ji hêla Qeredenizê ye sala 1901ê li...
Oct 24, 2024•2 min
Tercûmeya bi Kurdî li dera hanê dara zeytûnê rûne li bin vexwe qehwê bikişîn titûnê min bîr bike, bavêj ji hişên xwe nabim yara te, biterikîn vê hatinûçûnê de yela canê min, de haydê canimê min şêrê min, şînanay lo şînanay şêrê min Orîjînala bi Tirkî zeytin yaprağı yeşil dibinde otur kahve pişir benden sana yar olmaz aklın başına devşir haydi balım, haydi canım şinanay aslan yarim Strana Artvinê ya ku bi sazbendîya Ahmet Kaya, Arif Sağ, Erdal Erzincan, Nuray Hafiftaş, Belkıs Akkale, Seher Dilova...
Oct 19, 2024•59 sec
Di vê xelekê de Kurmancekî Zazakînezan dest bi deftereka Zazakî dike. Muzîka vê xelekê ya Rençber Ezîz e. Fotografeka vê xelekê ji Riverside hatiye girtin. Zazakî, ew zimanê ku gorey gelek kesan li ber sikratê ye bi salan e meraqeka min ya mezin e, lê wer nebû qismet, fersend bi dest min neket ku ez xwe bidim ber û wê rind bielimim. Çend caran min nîyet kir jî, min xwe li xwendin û nivîsîna bi Zazakî ceriband, bes îş-mîşên din tim kirin ku ez wî zimanê ku bi bîhistinê bi min pir xweş tê bihêlim ...
Oct 17, 2024•4 min
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Î. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. Merheba, Ez Guhdar Î. Li bajarokekî biçûk î çar hêlên wê bi çîyayan girtî bi dê û bavê xwe re, bi xwişkeka xwe re dimînim. Wer bi vî awayî gotin rind e, xweş e, lê çend caran min qirar da ku ez vir terk bikim, ema nebû. A rast ez çûm jî, lê min karekî daîmî nedî, min dîsa paşîya stûyê xwe kola û ez vegerîyam bajarokê xwe. ...
Oct 10, 2024•5 min
Di vê xelekê de li dora şiîrekê, stranekê û navekî çend gotin hene. Salên lîseyê li odeya min ya ku havînekê êdî tam ketibû bin kontrola min, li ser dîwarê ku min maseya xwe ya bi kitabên testan û bi formulên fîzîk û matematîkê dagirtî dabû ber, bo moral û motîvasyonê min şiîrek li dar xistibû. Her ku xulqê min teng dibû, ez ditengijîm, seba sebr û sebat û taqetê bide, min çavek li wê şiîrê dixist û ez bi xeyala royên şa û şên yên unîversîteyê vedigerîyam ser dersê ku di îmtihanan de puaneka rin...
Oct 03, 2024•4 min
mektûban bişewitîn ji stranan biqeher bigirî bi hesretan dest ji ber xwe bikişîn tenêbûna xwe bibîn û bitirse bi kîn bira hûr bibe qelbê te tew li şûna xwe bimir naletan bibarîn gava ez ketim bîra te li her telefonê tu binêr here her carê tu derî veke bira ez werim bîra te nizam tu li ku yî ku çûme bajarekî dûr gava tarîya êvarê daket ez werim bîra te Nazan Öncel, 2003 Omer Faruk Baran, 2024 mektupları yak şarkılara küs hasretler giy, kendinden vazgeç yastığına sarıl, korkular tut dağılsın kalbi...
Oct 01, 2024•1 min
ne mal û milkên mezin, ne gerdena stûr û ne jî te dabin ser hev bi zîv û zêran kember, xelas nakin te, qebra reş û tarî wê rokê îlem bêje hele tu jî bi virda wer, law Imero ketime bextê te naxwazim rext û textê te, hem madem tu dixwînî gelek şiîr û hikaye, bibîn û bîr meke, ne pir pere ye bi tenê rindî ye ji te re dimîne sermaye. Omer Faruk Baran bi dengê Dede Osman û bi muzîka Sinem Kasetçilik
Sep 26, 2024•2 min
Di vê xelekê de li ser Reîsê Kêtikîyan Besrawî û Berazîyên din çend gotin hene. Fotografa li qapaxê di ebata tam de Besrawî li ortê û du kesên din in û ew bi destê dîplomatî Îngiliz T. E. Lawrance hatiye kişandin. Tê texmînkirin ku sala fotografê 1913 e. Fotograf ji kitaba Anthony Sattin ya ser Lawrance hatiye girtin. Sosyolog Ziya Gökalp di kitaba xwe ya ser eşîretên Kurdan de bi tarz û telefuza zimanê Tirkî dibêje li Sirûcê Alaadinli, Ketikanlı, Picanlı, Dınai, Didanlı, Şeddadi û Şeyhanlı hene...
Sep 19, 2024•3 min
📺 Di vê xelekê de ser Fıratê, ku salên 1997-1998an li ser ekranên Star TVyê bû, çend gotin hene. Ji vê lînkê tu dikarî li muzîka vê podcastê guhdarî bikî: İbrahim Tatlıses - Fırat 📸 Fotografa li qapaxê: MuzikPlay - Youtube Eger tu ji meseleyên muzîkê hez dikî meseleyeka din heye li ser Perxudres Podcastê: Tu dikarî ji vê lînkê li ''I, E, Ê û Skandaleka Kahtalı Mıçe'' guhdarî bikî. ✉️ Ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî -maila xwe binivîsî û bibî aboneya bultena Perxu...
Sep 12, 2024•5 min
✉️ Di vê xelekê de mektûb Guhdar R. heye. Ez û Harun piştî muhbeta me ya li Stenbolê li Diyarbekirê hê nû hevdu dibînin; berêvarek e, saet 7 e li Meydana Daxqapiyê. ‘’Berêêêê ez hinek titûn bistînim, paşê jîîî em herin li Sülüklühanê rûnin’’ dibêje Harun. Em titûncîyekî dibînin û Harun ji titûnci ewa Lîcê pirs dike. Harun û titûncî di kirîn û firotinê de, ez li dikanê eynikekê dibînim û li xwe dimêzînim. Gelo Harun, ew min çawa dibîne, ka şêrîn im, şêrîn û xweşkok im? Harun dipêçe, yekê ji vê y...
Sep 05, 2024•4 min
✍️ Di vê xelekê de şiîreka edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran heye. 🔗 Eger te ji vê şiîrê hez kir şiîreka din ya nola vê heye li ser Perxudres Podcastê: Ji vê lînkê tu dikarî herî li Agustos 31 - I guhdarî bikî. 🎧 📸 Fotografa li qapaxê: Omer Faruk Baran ✉️ Ji https://perxudrespodcast.substack.com tu dikarî e-maila xwe binivîsî û bibî aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê her Pêncşem di saet 5:50 pm de nivîs û dengê podcasta nû were ser e-maila te. 👁️ Bê YouTube nabe elbet. Te...
Aug 31, 2024•20 sec