Kurdish Lessons Podcast - podcast cover

Kurdish Lessons Podcast

Kurdish Lessonspodcasters.spotify.com
Last refreshed:
Follow this podcast in the Metacast mobile app to refresh it and see new episodes.
Download Metacast podcast app
Podcasts are better in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episodes

Newroz - Cejna Kurdî

Newroz – Cejna Kurdî Newroz ji bo gelê kurd cejneke girîng e. Her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin. Ev roj di çanda kurdî de destpêka sala nû ye. Newroz tê wateya “Roja Nû.” Di vê rojê de, kurdên li hemû deverên cîhanê şahiyê dikin. Mirov li derdora agirê Newrozê kom dibin û direqisin. Zarok û mezin bi hev re govendê digirin û cejnê pîroz dikin. Di Newrozê de, mirov cilên xweşik û rengîn li xwe dikin. Kesk, sor û zer ji bo vê cejnê rengên sereke ne. Ev reng rengên ala kurdî ne jî. Ji bo roja Ne...

Mar 21, 20257 min

30. How to talk about likes and dislikes -A1 level for Beginner learners

the verb ‘’ji …… hez kirin’’ - to like, to love Ez hez dikim Tu hez dikî Ew hez dike Em hez dikin Hûn hez dikin Ew hez dikin - an is added to the nouns when it is about a general liking - I love flowers - Ez ji kulîlkan hez dikim - I love fruits - Ez ji fêkîyan hez dikim - I love vegetables - Ez ji sebzeyan hez dikim - Ez ji sînemayê hez dikim — Tu ji sînemayê hez dikî? - Ez ji muzîkê hez dikim —— hez nakim - Ez ji muzîka kurdî hez dikim. — Tu ji muzîka Kurdî hez dikî? - Ez ji hunerê hez dikim —...

Feb 08, 202513 min

29. Li ser ken û kenîne - B2 level for Intermediate learners

- Ken — kenîn -Kenandin -Bişirîn -Rûken - - Rûgeş - Rûyê xwe tirş kirin - Ma’de xwe tirş kirin Hûn di rojekê de çend caran dikenin? Hûn çend caran ji malbata xwe re, ji hevalên xwe re, ji zarokên xwe re, ji hevkarên xwe re dikenin? Hûn çend caran bi rûyekî ken silavê didin cîranên xwe, dergevanê xwe, dikandarê nêzî mala xwe? Ka bifikirin? Û hûn çend caran ji eynikê ji xwe re dikenin? ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons201...

Feb 03, 202525 min

28. Ez van rojan çi dikim û çîroka Leylanê - A2 level for Elementary learners

➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons

Nov 05, 202419 minEp. 28

27. Çîroka Zarokan - A1 level for Beginner learners

Merheba ji we re, silav ji we re. Hûn dîsa bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya zimanê kurdiya kurmancî. Di vê podcastê de, di vê beşê de, ez ê ji we re çîrokekê bixwînim û paşê ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Ez ê çîrokekê bixwînim û ez ê li ser vê çîrokê ji we pirsan bipirsim. Divê hûn baş li min guhdarî bikin. Divê hûn baş guhên xwe bidin min. Ez ê bixwînim, hûn ê jî bersiva min bidin. Baş e? We fêm kir? Em dest pê bikin. Navê çîroka me, çîroka zarokan, çîrok...

Oct 24, 202415 min

26. Rojnivîskên Gulê 07 - Klûba axaftina inglîzî - A2 level for Elementary learners

➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons

Oct 18, 202415 min

25. Çîroka Kînemê - A1 level for Beginner learners

Merheba ji we re, hûn bixêr hatin Kurdish Lessons podcastê. Ez Gulê, ez mamosteya we ya kurdiya kurmancî. Îro em ê bi hev re çîrokeke bixwînin. Navê çîroka me, çîroka Kînemê ye. Ev çîrok, çîrokeke kurt e, ez ê ji we re bixwînîm û ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Divê hûn jî cewabê bidin û ez ê jî cewabê bidim. Heke hûn hazir bin, heke hûn amade bin em dest pê bikin. ÇÎROKA KÎNEMÊ Navê wê Kînem e. Kînem ji Hamburgê ye, navê bajarê wê Hamburg e. Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Dê û ba...

Oct 08, 202415 min

24. Rojnivîskên Gulê 06- Me erebeyek kirî ! - B1 level for Intermediate learners

Roja we bi xêr, hûn bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya Kurdiya Kurmancî. Em ê dîsa di vê podcastê de behsa jiyanê bikin, behsa hîn tiştan bikin. Ez ê bi we re civateke xweş deynim. Heke hûn amade bin, em dest pê bikin! Îro pêncê cotmehê ye. Pêncê meha dehan û roja şemîyê ye yanî dawiya heftiyê ye. Kengî dawiya heftiyê bê, kengî roja şemî û yekşemê be kesên ku kar dikin vê rojê wekî fersendeke dibînin û zêdetir radikevin. Ez nizanim îro ez nikarim podcastê tomar bikim...

Oct 05, 202420 min

23. Çîroka Hozanî û Zelalê

Çîroka Hozanî û Zelalê 05 Merheba ji we re, êvar baş, ez dibêjim êvar baş li bajarê min niha saet heşt û nîv e, pardon, biborin, saet ne heşt û nîv e, saet neh û nîv e. Min xwesik şaş kir, min saet şaş got. Saet neh û nîv e. Belkî hûn bibêjin; Gulê, xêr e? Tu çima dîsa hatî? Gulê, xêr e? Tu diçî, tu têyî, tu gelek rojan podcastan çênakî û tu ji nişkê ve dîsa vedigerî ser karê xwe. Te xêr e? Çima? Erê, hûn rast dibêjin. Li hemberî van pirsan ez nizanim çi bibêjim. Lê heke ez bibêjim, jiyan gelek ...

Oct 02, 202420 minSeason 2Ep. 1

17. Hamburgerek û Petatên Sorkirî - Listening for A1-A2 level

Hamburgerek û Petatên Sorkirî Ew birçî ye. Ew diçe McDonaldsê. Ew di dorê de disekine. Ew li hêviya doro xwe ye. Ew hamburgerekê sîparîş dide. Ew pakêteke mezin a petatên sorkirî sîparîş dide. Ew sodayeke mezin sîparîş dide. Ew haqê sîparîşa xwe dide. Ew meqbûza xwe distîne. Ew li hêviya xwarina xwe dimîne. Ew hejmara wî dibêjin. Xwarina wî amade ye. A Hamburger and Fries He is hungry. He goes to McDonald’s. He stands in line. He waits his turn. He orders a hamburger. He orders large fries. He o...

Mar 28, 202310 minSeason 1Ep. 17

16. Reading Kurdish Books vol3

Niha ez çend salî me, kî me, nizanim. Lê dema ku diya min ev çîrok ji min re got, ew 2016 salî bû û ez jî şeş heft salî bûm. Wekî ku hûn jî dizanin, tştên zarokatiyê ji “bîr”a mirov naçin. Ev hevok bawer im serê "bîr”a mirov bi xwe ye. Jixwe ti mirov nizane "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike. Ku mirov zanibûya "bîr”a wi ji ku derê dest pê dike, we li dû biçûya û wê harakîri bikira.

Feb 21, 202315 minSeason 1Ep. 16

15. Şofêrên Gundan - Reading Kurdish Books vol2

Şofêrên Gundan Rêwî me, di otobusê de me. Rêwitiya me ber bi gund ve ye û rêwîyên me jî hemû gundî ne: jin, mêr û zarok hene. Ji ber ku rêya gund ne bi qîr û asfalt e, kert û kortal lê vebûne û ava barana vê buharê hîn jî di wan kortalan de dibiriqe. Şofêrên li gundan pirî caran ecêb dibin, lewra dema ew ji ser keran dadikevin, dest ji hefsarên hespan berdidin û li ber dîreksiyonekê rûdinin, ji wan wetrê ew ê êdî ji vê dunyayê jî derkevin. Û derdikevin jî… ji dunyayê der û dûr dikevin. Lewra di ...

Feb 14, 202330 minSeason 1Ep. 15

14. Reading Kurdish Books vol1

Êvareke reş û tarî ber bi şevê de diçû. Heyvê xuya nedikir û çav çavan nedidît. Li derve baraneke hûr hûr dibarî. Baranê bêhna erdê xweş kiribû. Yek car ji dûr ve ewtîn û zûrîna kûçikan dihat. Hin kesên ku dereng mayî gavên xwe bi lez diavêtin, por û sermilkên sakoyên wan şil bûbûn. Solên wan ji ber baran û axê di nav heriyê de mabûn. Gava li derî xistin û ketin hundirê malê jin û zarokên li salonê ku guhê xwe û laşê xwe dirêjî ber bi odeya mêvanan kiribûn xwe dan alîkî ji bo mêvan derbas bibin....

Feb 05, 202316 minSeason 1Ep. 14

13. From Present To Past (For A1-A2)

1. Ez diçim mala hevalên xwe. Ez çûm mala hevalên xwe. 2. Ez hevalên xwe dibînim. Min hevalên xwe dîtin. 3. Hevalên min xwarinê çêdikin. Hevalên min xwarin çêkir. 4. Hevalên min xwarinên xweş û çayê çêdikin. Hevalên min xwarinên xweş û çay çêkirin. 5. Dê û bavê hevalên min tên. Dê û bavê hevalên min hatin. 6. Ew jî xwarinê dixwin. Wan jî xwarin xwar. 7. Piştî xwarinê ew çayê vedixwin. Piştî xwarinê wan çay vexwar. 8. Çay xweş û germ e. Çay xweş û germ bû. 9. Birayên hevalên min hene. Birayên hev...

Oct 13, 202219 minSeason 1Ep. 13

12. Li Mala Me - Listening exercise - (Suitable for B1-B2 level)

LI MALA ME Carekê, li mala me civatek rûniştîbû, ji nişka ve, xortekî boz, porser û çavşîn li deriyê me da. Derbasî hundir bû, yek û yek silav da civatê û rûnişt. Reng û rûyê wî xortî gelekî balkêş bû. Ev civata rûniştî jî, hemû esmer û çavreş bûn. Hema min dît yekî ji civatê yekser berê xwe da wî mêvanê nû û got: Dizanî ku dilê min bi yên weke te boz dişewite? Taybet di werzê havînê de. Hûn gelek xweh didin. Yekî dî dest pê kir û got, çermê spî gelekî lawaz e, nikare mîna yê esmer bergêriyê ji ...

Sep 26, 202226 minSeason 1Ep. 12

11. Girava Skopelosê - Reading/Listening exercise

Girava Skopelosê Beriya 2 hefteyan Mirad û hevala xwe bi hev re çûn betlaneyê. Wan dixwest biçin cihekî nêzî behrê û li wir bikevin avê. Mirad jî, hevala wî jî ji avê gelekî hez dikin. Di destpêkê de wan nedizanî biçin ku lê paşê wan biryar da ku herin giravekê. Li ser internetê lêkolîn kirin, ji hevalên xwe pirsîn û dawiya dawî wan cihek hilbijart. Wan got, em ê herin Skopelosê. Skopelos li Yunanistanê giravek e. Ji bo ku herin Skopelosê, ew pêşî çûn Yunanistanê û ji wir jî bi feribotê çûn gira...

Aug 14, 202212 minSeason 1Ep. 11

10. XWESTIN - Kurdish verbs (learn with me)

Xwestin - to want Present Tense Ez dixwazim - naxwazim Tu dixwazî - naxwazî Ew dixwaze - naxwaze Em dixwazin - naxwazin Hûn dixwazin - naxwazin Ew dixwazin - naxwazin Tu çi dixwazî? Bavê te çi dixwaze? Mamosteya te çi dixwaze? Tu ji min çi dixwazî? Ma tu nizanî ez çi dixwazim? Cîranên we çi dixwazin? Her kes her tiştî dixwaze, lê ti kes ti tiştî nake. Ez dixwazim îşev bi hevalên xwe re derkevim derve. Bavê min dixwaze vegere gundê xwe û li wir kar bike. Mamosteya me dixwaze em zêdetir bixwînin. ...

Jul 12, 202213 minSeason 1Ep. 10

7. Kî çima hînî kurdî dibe? - Full Kurdish

Di vê podcastê te ez ji we re behsa xwendekarên xwe dikim. Xwendekarên min kî ne? Çima hînî kurdî dibin? Min çawa dest bi dersbêjiyê kir? û hêj gelen tiştên din...

Jun 19, 202218 minSeason 1Ep. 7

4. Hinek ez, hinek Stenbol - B1 level for Pre- intermediate learners

Min di vê podcastê de piçekî behsa xwe û piçekî behsa Stenbolê kir. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com ➤To support our works on Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com...

Dec 16, 20219 minSeason 1Ep. 4

3. Çîroka Gewro - A1 level for Beginners

Çîrok - the story Ev Gewro ye. Gewro cenawirekî xwînşêrîn e. Kumekî wî heye û navê kumê wî Qoqo ye. Kumê wî gelekî kevn e lê ew ji kumê xwe pir hez dike. Gewro û Qoqo heval in. Ew hevalên baş in. Ew her roj bi hev re diçin bazarê. Ew her roj bi hev re taştê, firavînê û şîvê dixwin. Carinan ew bi hev re diçin dibistanê. Carinan ew bi hev re diçin bajarên mezin. Gewro ji bajarên mezin hez dike. Lê Qoqo ji bajarên mezin hez nake. Pirs - questions: 1- Navê wî çi ye? 2- Gewro cenawirekî çawa ye? 3- N...

Jun 20, 20219 minSeason 1Ep. 3

2. Çîroka Sîso - A1 level for Beginners

Listen to story very carefully! And here is the description: Hebû tunebû. Li çoleke gelekî dûr marek hebû. Navê vî marî Sîso bû. Dê û bavê Sîso ji wî dûr bûn. Sîso dixwest cihên nû, heywanên nû, hevalên nû, serpêhatiyên nû biceribîne. Sîso li çolê digerî lê êdî ji çolê aciz bûbû. Av tunebû, dar tunebûn, giya tunebûn. Sîso biryar da, got; ''Ez ê ji van deran biçim. Ez dixwazim li cihekî hînik, li bin darekî, li ber avekî jiyana xwe bidomînim.'' Sîso amadehiyên xwe kirin û ket rê. Çû, çû, çû û çû....

May 13, 20219 minSeason 1Ep. 2
For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android