27. Çîroka Zarokan - A1 level for Beginner learners - podcast episode cover

27. Çîroka Zarokan - A1 level for Beginner learners

Oct 24, 202415 min
--:--
--:--
Download Metacast podcast app
Listen to this episode in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episode description

Merheba ji we re, silav ji we re. Hûn dîsa bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya zimanê kurdiya kurmancî. Di vê podcastê de, di vê beşê de, ez ê ji we re çîrokekê bixwînim û paşê ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Ez ê çîrokekê bixwînim û ez ê li ser vê çîrokê ji we pirsan bipirsim. Divê hûn baş li min guhdarî bikin. Divê hûn baş guhên xwe bidin min. Ez ê bixwînim, hûn ê jî bersiva min bidin. Baş e? We fêm kir? Em dest pê bikin.


Navê çîroka me, çîroka zarokan, çîroka zarokan e. Zarok her roj zû şîyar dibin. Zarok her roj zû şîyar dibin ji ber ku zarok xwendekar in û diçin dibistanê. Diçin mektebê, diçin medreseyê. Dibistana zarokan ne gelekî dûr e. Lê dîsa jî ew bi servîsê diçin. Ew her roj li servîsê siwar dibin. Ji ber ku dê û bavên wan naxwazin zarok bi tenê bimeşin, zarok bi tenê biçin dibistanê. Her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkê, dersa zanistê, dersa muzîkê û hêj gelek dersên din. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in, ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê her roj ne eynî ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Zarok her roj xwarinên xweş û cuda dixwin. Piştî dibistanê zarok vedigerin malê. Zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê. Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Paşê şîvê dixwin û radikevin.

Erê min çîroka zarokan xwend, niha ez ê dîsa bixwînim. Hûn ê dîsa li min guhdarî bikin. Baş e?


Zarok her roj zû şîyar dibin. Zarok her roj zû şîyar dibin ji ber ku zarok xwendekar in û diçin dibistanê. Diçin mektebê, diçin medreseyê. Dibistana zarokan ne gelekî dûr e. Lê dîsa jî ew bi servîsê diçin. Ew her roj li servîsê siwar dibin. Ji ber ku dê û bavên wan naxwazin zarok bi tenê bimeşin, biçin dibistanê. Her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkê, dersa zanistê, dersa muzîkê û hêj gelek dersên din. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê her roj ne eynî ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Zarok her roj xwarinên xweş û cuda dixwin. Piştî dibistanê, zarok vedigerin malê. Zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê. Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Paşê şîvê dixwin û radikevin, radizin.

Erê, min dîsa xwend, min dîsa xwend. Niha ez ê pirsan bipirsim.




➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com 

 ➤To support our works on Patreon:  https://www.patreon.com/kurdishlessons 


To follow us on social media: 

➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... 

➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons 

➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com

➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons

For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android