2. Çîroka Sîso - A1 level for Beginners - podcast episode cover

2. Çîroka Sîso - A1 level for Beginners

May 13, 20219 minSeason 1Ep. 2
--:--
--:--
Download Metacast podcast app
Listen to this episode in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episode description

Listen to story very carefully! 

And here is the description:

Hebû tunebû. Li çoleke gelekî dûr marek hebû. Navê vî marî Sîso bû. Dê û bavê Sîso ji wî dûr bûn. Sîso dixwest cihên nû, heywanên nû, hevalên nû, serpêhatiyên nû biceribîne. Sîso li çolê digerî lê êdî ji çolê aciz bûbû. Av tunebû, dar tunebûn, giya tunebûn. Sîso biryar da, got; ''Ez ê ji van deran biçim. Ez dixwazim li cihekî hînik, li bin darekî, li ber avekî jiyana xwe bidomînim.'' Sîso amadehiyên xwe kirin û ket rê.

Çû, çû, çû û çû.. Sîso gelek çol dîtin, gelek marên din dîtin. Lê ew mar bextewar bûn. Wan nedixwest jiyana xwe biguherînin. Sîso hin pirtûk jî kiribûn çenteyê xwe. Pirtûkên li ser behran, pirtûken li ser masiyan... Sîso carinan disekinî û ew pirtûk dixwendin. Sîso zanî, hê gelek rêya wî hebû lê ne xema wî bû. Ew di rê de jî gelek bextewar bû. Sîso dîsa çû, çûû, çûûû û hey çûûûû. Ew nizane çend roj derbas bûn.

Roja din, Sîso hîs kir ku behr nêz e, av nêz e, dar nêz in... Sîso hinekî din jî çû.. Wî rêya xwe xelas kir û aveke mezin, aveke bêserûber dît. Erê, ev  behr bû. Sîso her tim behr di pirtûkan de dîtibû. Lê ev behr ji behra di pirtûkan de xweşiktir bû. Behr şîn bû, paqij bû, dawiya behrê xuya nedibû. Sîso bextewar bû..

For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android