Perxudres Podcast - podcast cover

Perxudres Podcast

Ömer Faruk Baranperxudrespodcast.substack.com
Perxudres Podcast bi edîtorîya Omer Faruk Baran her Pêncşem di saet 5:50 pm de xelekeka nû diweşîne. Tu dikarî ji Patreonê bi qasî ji dest te tê destekê bidî ku va podcasta serbixwe karên xwe bidomîne. https://www.patreon.com/c/PerxudresPodcast Jibo pirs û mektûb û tiştên din: omerfarukbaran@hotmail.com
Last refreshed:
Follow this podcast in the Metacast mobile app to refresh it and see new episodes.
Download Metacast podcast app
Podcasts are better in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episodes

#127. Aîdîyet, Bêmehne û Pûç

The Future Tense, ku fîlmeka sala 2022yan e, bi heyat û hikayetên ji Îngîltere û Îrlanda meseleyên aîdîyetê raber dike. Di fîlmê de jin û mêrekî ku karên sînemayê dikin metin di destan de heyat û hikayetên nasên xwe dixwînin û li hisên aîdîtîyetê digerin bi pirsên nola Îrlandîyek çito dibe Îrlandî, Îrlandîyên bi Îngîlizî şorê dikin ser zimanê bavûkalên xwe çi dibêjin, di mabêna London û Dublinê de ferq çi ne û ferq seba çi hene. Min fîlm jiber zelalîya fikran û delalîya îfadekirina wan eciband, ...

Nov 24, 20231 minEp. 127

#126. Piaf û Madam Padam

Ji ⁠⁠⁠⁠⁠ perxudrespodcast.substack.com ⁠⁠⁠⁠⁠ tu dikarî li metn û fotografên vê podcastê binêrî. 📝📷 Eger tu bibî abone - belaş e - wê bultena Perxudres Podcastê her Pêncşem di saet 5:50 pm de were ser e-maila te. 💌 Te dît ku tu nikanî ji Substackê bibî abone ji omerfarukbaran@hotmail.com re silavekê bişîne, ewê te bike abone. ☘️ Perxudres Podcast li ser sosyal medyayê tuneye, loma jî destekên te pir muhîm in. 🙏🏼 Desteka mezin ew e ku tu lînka Perxudres Podcastê ji nas û dostên xwe re bişîni ...

Nov 23, 20231 minEp. 126

#125. E-maila Guhdar L. û Kaos

22yê meha 11an ya 2023yan Guhdar L. e-maileka xatirxwestinê şand. Di e-mailê de Guhdar L. gotiye ku xîtaba min, Guhdar L. yanî bi wê hinekî giran hatiye. Gorey gotina Guhdar L. em ji xwe re şexsîyetan çêdikin, em dûre bi wan xwe wenda nekin û bi rol û maskeyên nû her tişt li nêv hev dikeve û kaos çêdibe. Guhdar L. gotiye ku hesabê ew pê e-mailan dişîne sexte ye û gotiye loma jî ew jiber vê kaosê diweste û diweste. Di dawîya e-mailê de Guhdar L. gotiye ku ew nenivîse jî ewê dîsa li Perxudres Podc...

Nov 22, 20232 minEp. 125

#124. Bekar Anne û Payîn | Qasim 2023

‘’Bekleyiş’’ ya Aslı Akdağ, ku mehneya wê ‘’payîn’’ e, fîlmeka ser dayikbûnê ye. Aslı Akdağ qirar daye ku bêyî ku bibe bûk bibe dê û di vê midetê de çi hatiye serê wê bi kamerayê qeyd kiriye, daye qeydkirin. Bi Îngilizî ‘’single mom’’ e Aslı Akdağ, bi Tirkî ‘’bekar anne’’; li cem me hîn eybeka mezin e ku jinek bêyî ku mêr bike, bêyî ku bibe bûk rabe bibe dê. Ez î çûk bûm hîn, zar bûm. Êvarekê em li derve dilizîne, qirecirek, dengê polîsan hat ji ziqaqa li jêr mala me. Meraqa zarokane, em çend za...

Nov 22, 20232 minEp. 124

#123. E-maila Guhdar L. û Eternity

21ê meha 11an ya 2023yan Guhdar L. bi e-mailê metneka li ser kaxetekê şand. “Di van mehan de tenê bi tiştekî girêdayî dinyayê me. Cîrana min a ku bi min re heman muzîkê vedike. Kî ye? Yeke çawa ye? Min go em hev binasin.. Paşî pey neketim. Dibe ku nas nekim û xeyal bikim çêtir e. Wek min tenê ye? An jî keçikek biçûk e.. Ku berî dibistanê, bi cîranê xwe re dileyize. Her tişt zû diqede. Ev gumana bi êş, xwesteka min î ji bo hînbûnê… Paşî tarî, bêdengîya li derdor bêdengî… Berî ku bihar bê min ji h...

Nov 21, 20233 minEp. 123

#122. Fîlmeka Ser Eşqê

Krotki Film O Milosci ya Krzysztof Kieslowski ku ji dekaloga wî fîlmeka ser eşqê ye heyecan û hezeyanê raber dike. Di fîlmê de heyecan heyecan e ku bi meraqê çêdibe û hezeyan jî hezeyan e ku bi eşqê xwe dide der. Eşq û meraqa Kieslowski bi xwe însan e û kameraya wî di vê fîlma ser eşqê de dibîne ku însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne. Kin bibirim, gêncek di fîlmê de bi dûrbînê li mal û mehrema jinekê dinêre û dide dû dilê xwe dûra: Kaos, kaoseka sar. Min demeka dirêj jinek ji Whatsa...

Nov 20, 20231 minEp. 122

#121. Heyatên Bohem û Qehwe | Qasim 2023

Aki Kaurismaki bi La Vie De Boheme fîlmeka ser heyata bohemên Parîsê çêkiriye. Fîlma reş û sipî ya sala 1992yan bi muzîsyen, resam û nivîskarekî hal û hikayetên heyatên boheman raber dike.Di fîlmê de xizanî û perîşanîya boheman bi romantîzeka rengîn û bi mîzaheka îşê entelektuelan heye. Ê muzîsyen mesela dibêje Balzac royê 70 fîncan qehwe vedixwarine. Payîza 2023yan ez jî bi qehweyan ketim. Latte matte, kortado mortado, sert sivik qehwe çi heye min ceriband. Seba ez dest bi cixarê nekim min xwe ...

Nov 19, 20231 minEp. 121

#120. Mesaja Guhdar H. û Şiîrek

19ê meha 11an ya 2023yan Guhdar H. ji Whatsappê tevî fotografekê mesajek şand. Di fotografekê de, li deftereka spîral şiîreka min hatibû nivîsîn û di mesajê de wanî nivîsîbû Guhdar H.: Silav Ömer, hêvî dikim tu rind û silamet bî 🪷 Hevaleka min heye niha di 57 salîya xwe da biryar da ku hînî Kurmancîya ku ji bîrkirîye bibe, min jî rabû “Zilfên Zelîxayê” ji re şand, gotîye “tüylerim diken diken oldu” û di heyeta xwe da yekem car metnek bi zimanê xwe nivîsîye. Eynî royê, 19ê meha 11an ya 2023yan m...

Nov 19, 20233 minEp. 120

#119. Teoman - Çavên Zîz

“porê te şil e yan heyat şil e?” min got bo te tim bi baran e ba? çavên te dûr ketin yan pirsan tu qeherandîyî? ma tim bi payîz e çavên te yên zîz? bibe kulîyê berfê, were ser zimanê min kulîyê berfê dihele li devê min Teoman - Deniz Özbey

Nov 18, 202330 secEp. 119

#118. E-maila Guhdar L. û Romana Georges Perec

17ê meha 11an ya 2023yan e-mailek şand Guhdar L. Di e-mailê de wanî nivîsîbû: Silav ! Ji nameya aciz bûm, nivîsa min qet ne xweşik e ya. Tu pir behsa şevên bêxew dike. Xewên demên berê jixwe nema nin, kengî xewnên me yên rengîn qediya , xewên me jî di nava şevan de herimî.. Tu romana " Uyuyan Adam Georges Perec” xwendiye gelo ? Eger tu nexwandibe dikari li ser Mûbiye, fîlmên wê heye di sala 1974. Fîlmek xweş e, te’ma romanê xweş daye û nizanim ez dibêjim tê ji wî karekter î zêde tiştan bibîne û ...

Nov 17, 202330 sec

#117. Dinyayeka Din û Un Autre Monde

Un Autre Monde ya Fransî, ku bi Kurmancî mehneya wê Dinyayeka Din e, fîlmeka ser kapîtalîzm û bêmerhmetîya wê ye. Fîlm, kapîtalizm însanan çito diguvişîne, wan çito ji nas û dostên wan dûr dixîne, ji plazayan bi dîyalogên dirêj raber dike. Jiber wan dîyalogên dirêj min hinekî bi zorê fîlm heta talîyê sêr kir. Tam min dikira fîlm berda ku min ji xwe re go zati qesta fîlmê jî raberkirina van dîyalogan e. Her şîrketek nola dewletekê ye, nola dewletê sîstema her şîrktekê heye û nola ya dewletê hinek...

Nov 17, 20232 minEp. 117

#116. E-maila Guhdar L. û Jinbûn û Zeki Demirkubuz

Guhdar L, Te di mektûba xwe de bi bêrîkirinekê behsa giranî, fedî û heyecanên zemanên berê kiriye. Çito tu bêrîya wan royan dikî ez jî deh qat bêrîya xewa zemanên berê dikim. Vê şeva tarî û zulûmat jî parçek xew neda min ku ez pê çavên xwe bigirim. Mîna mektûbên bi bîn, xweziya mektûbên bi xew jî hebûna. Min mektûb bixwenda û ez pê hişk di xew ketema. Dema xortanîya min telefon hêdî hêdî diketin destan û paketên mesajan diketin wan û mektûb jî hêdî hêdî radibûn. Ez kanim bêjim talîya dewra mektû...

Nov 17, 20234 minEp. 116

#115. Kitab û Fîlma Martin Eden

Martin Eden ya Jack London ji zarokîya min vir ve li ber çavê min diket, lê wer nedibû qismet ku ez bixwînim. Payîza 2023yan, royeka bi baran min qirar da ku ez rûnim ji MUBIyê qe nebe fîlma Martin Eden sêr kim. Min fîlm vekir û xwe li ber dirêj kir ku çend sahneyên pêşî hatin bîra min. Herhal berê min fîlm vekiribû, nîvçe hiştibû. Rind e min go, rind e ez îcar biqedînim. Ji qesweta barana payîzê bû ji fîlmê bû çi bû, nîvê fîlmê de ez xilmaş bûm, xewa min hat, min fîlm girt û ketime xeweka ne xw...

Nov 16, 20232 minEp. 115

#114. Bextê Kieslowski, Trên û Cixare

Przypadek ya Krzysztof Kieslowski, ku bi Tirkî Kör Talih e, ji sala 1987an fîlmeka dramatîk û polîtîk e. MUBIyê ser Przypadekê gotiye fîlm zorbûna lihevkirina îdealên sîyasî û kenûkêfa şexsî raber dike. Kieslowskiyê ku bi realîstbûna xwe tesîr li min kiriye di Przypadekê de bi trênê, heyatê her carê dibe hêlekê. Herî li trênê siwar bî heyatek, negihijî trênê dîsa heyatek, heta ku talîya talî tê mirinek. Bi felsefe û fersendan heyat heyat e ku geh xwe li îdeolojîyên sîyasî geh xwe li mezin û maqû...

Nov 15, 20232 minEp. 114

#113. E-maila Guhdar L. û Stîla Nivîsan

Guhdar L. 14ê meha 11an ya 2023yan bi e-mailê mektûba xwe ya duduyan şand. Di mektûbê de wanî nivîsîbû: Silav! Ez L :) Min podcasta te gohdar kir. Wexta nivîsa xwe bi dengê te gohdar kirim xoşa min çû. Ji bo peyvên te bi dilê germ zor spas dikim. Min merak kir eceb min kê/kî aniye bîra te:) Ez dixwazim carcaran dilê xwe vala bikim bi vî şiklî gelo ji bo te dibe pirsgirêk? Vê gavê li xwe baş binêre Ömer Faruk Baran. 15ê meha 11an ya 2023yan, piştî şeveka bêxew dîsa, min berbanga sibê min cewab ni...

Nov 15, 20234 minEp. 113

#112. E-maila Guhdar L. û Her û Spike Jonze

13ê meha 11an ya 2023yan derengê şevê e-mailek hat ji min re. Navekî efsûn têde, ku bi Lyê destpê dikir, bi e-mailê re fotografên mektûbeka li ser kaxetê hatibû nivîsandin şandibû. Min ji e-mailê vekir, xwend mektûb. Guhdar L. wanî nivîsîbû di mektûbê de: Silav! Niha li ser Spotifyê li podcastê gohdar dikim. Naskirinek ji bo min piçkî derengî ye. Dengekî şikestî ye. Beriya her tiştî em qet hevdû nasnakin. Min xwest ez vêya bînim ser ziman:) Dibe ku ez jî dengekî şikestî, rihek nexweş bim. Serdem...

Nov 14, 20236 minEp. 112

#111. Bîr Bikira Berî Baranê

Berî Baranê ya Milco Mancheski, ku fîlmeka sala 1994an e, bi senaryoya xwe ya saxlem û bi muzîkên xwe tesîreka tam li min kir. Fîlm behsa meseleyên etnîk û dînî yên hêla Balkanan dike; meseleyên etnîk û dînî, meseleyên ku her zemanî ji xwînrijandinê re zû zemînê çêdikin. Jiber ku di fîlmê de fotografçiyek heye, fotograf hene ez bi fîlmê hinekî ser hikayeta xwe jî fikirîm. Sala 2014, 2015 û 2016an min ew herbên jiber meseleyên dînî û etnîk çêbûbûn teqîb kirin. Fotografên ji meydanên herbê hîsiyat...

Nov 14, 20233 minEp. 111

#110. Qirara Veqetînê

Qirara Veqetînê, bi Tirkî, Ayrılma Kararı ya Park Chan-wook bi navê xwe bala min kişand di MUBIyê de. Park Chan-wook bi vê fîlma romantîk û dramatîk sala 2022yan li Cannesê xelat sitandiye; ne seba xelatê lê seba navê wê min vekir, sêr kir fîlm. Fîlmê jiber qelebalixîyê ez westandim hinekî di serî de, sankî ber bi talîya fîlmê ve meseleya wê ji hev derket û ez ancax ketim atmosferê. *** Bi Qirara Veqetînê ez kanim bêjim sedsala 21ê înternet xist her derê û pê re şubhe jî ket her dilî: Di vê seds...

Nov 12, 20232 minEp. 110

#109. GetContact Îfşa Dike

Nav GetContact, aplîkasyonek heye, raber dike ku numareya te di telefonan de bi çi navî hatiye qeydkirin. Min jî bi meraq aplîkasyon danî, numareya xwe têde nivîsî û dî ku ez bi çi navan hatime nivîsin. Ömer Faruk Baran, carê kin carê dirêj, carê navê pêşî jê kêm, carê navê duduyan, bi temamê kombînasyonên navên min hatiye nivîsîn, behsa wan nekim. Di qeydekê de li kêleka navê min emojîyeka kenê hatiye danîn.😀 Hela hela, kî ye min meraq kir. Ez ji kenê hez dikim elbet, carna krîz têne min ji ke...

Nov 11, 20231 minEp. 109

#108. Fotografên Nan Goldin û Major

Min ji MUBIyê All The Beauty And The Bloodshed sêr kir. Fîlm bi bîyografîya Nan Goldin, bi fotografên wê, heyatên bêhizûr û mekanîzmayên mucadeleyê raber dike. Fotografên Nan Goldin îlham dan min ku ez hema makîneya xwe rakim û derkevim herim fotografan bikişînim. Lê Nan Goldin portre kişandine, ew jî ne îşê min e: Ez ti carî nêzîkî însanan nebûm ewqas û min ti carî portreyên pir xweşik nekişandin herhal. Makîneya min ya mezin, ewa Fujifilm X-T5, min seba firotanê şand Stenbolê. Belgeya garantîy...

Nov 11, 20232 minEp. 108

#107. Ömer Faruk Baran - CV 2023

Omer Faruk Baran li Sirûcê hat dinê. Wî mekteba pêşî û lîse li Sirûcê xwend. Li İstanbul Teknik Üniversitesi İnşaat Fakültesi, İstanbul Üniversitesi Hukuk Fakültesi, İstanbul Üniversitesi Sosyoloji, Dicle Üniversitesi Hukuk Fakültesi xwend, lê ji wan tiyan mezûn nebû. Albert Camus tesîreka mezin li salên gêncîya wî kir. Bi tesîra kitaba Itala Calvino ya ser bajaran sala 2013an derbazî Diyarbekir bû û dest bi heyateka li dora Sûrê kir. Di pêşbirkên şiîr û çîrokan de xelat sitandin. Roportajên li ...

Nov 09, 20232 minEp. 107

#105. Hesabê Instagramê

Hûn dikarin Perxudres Podcastê ji Instagramê teqîb bikin. https://instagram.com/perxudres?igshid=OGQ5ZDc2ODk2ZA== Edit - Mijdar 2023: Hesab hat girtin.

Oct 05, 202336 secEp. 105

#103. Tagirtî | Eylûl 2023

şibêtê şairekî ez jî diwestim ji nişka ve berêvareka berêvarkî deng ta-girtî dil dagirtî bi trawmayan berêvareka berêvarkî ez jî diwestim ji nişka ve şibêtê şairekî Omer Faruk Baran

Sep 21, 202325 secEp. 103

#100. Agustos 31 - I

Agustos 31 - I guhar e ketiye gustîl e çûye xizêm e daye dû ye şikestiye cînciq cînciq cînciq şikestî bêje sîya gemîyekê derya denizên xelkê kê gotibû sewta me tune loma siûda me jî guhar e ketiye gustîl e çûye xizêm e daye dû ye şikestiye cînciq cînciq cînciq şikestî li meydana herbê kapîtal difiroşe kerbê 9ê sibê çi ye, çi ye 6ê êvarê bêsaet û bêsûret û bejî guhar e ketiye gustîl e çûye xizêm e daye dû ye şikestiye cînciq cînciq cînciq şikestî Omer Faruk BaranDiyarbekir, 2023...

Aug 31, 202331 secEp. 100
For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android