Perxudres Podcast - podcast cover

Perxudres Podcast

Ömer Faruk Baranperxudrespodcast.substack.com
Perxudres Podcast bi edîtorîya Omer Faruk Baran her Pêncşem di saet 5:50 pm de xelekeka nû diweşîne. Tu dikarî ji Patreonê bi qasî ji dest te tê destekê bidî ku va podcasta serbixwe karên xwe bidomîne. https://www.patreon.com/c/PerxudresPodcast Jibo pirs û mektûb û tiştên din: omerfarukbaran@hotmail.com
Last refreshed:
Follow this podcast in the Metacast mobile app to refresh it and see new episodes.
Download Metacast podcast app
Podcasts are better in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episodes

#95. Andaval

Blog: https://perxudres.blogspot.com E-mail: omerfarukbaran@hotmail.com Youtube: https://www.youtube.com/perxudres

Aug 01, 20233 minEp. 95

#94. Çelenga Çavfetan

Di vê beşê de straneka Riha, besteyeka Mehmet Özbek heye. Stran: Kazanci Bedih ve Seyfettin Sucu Eşliğinde Şanlıurfa Sıra Geceleri Vol. 1 Lînka Orîjînala Stranê: https://open.spotify.com/track/4ehqcXZlL9VfdQS5e5Jast?si=2d8b43c3580c4603 Çelenga Çavfetan çiya gewr bûn bi berfan yarê naşîne xeberan ya were ya mektûb rê ke xelas ke min ji van xeman tu yî çelenga çavfetan tu yî çelenga çavfetan derda davêjî ser derdan ji destî te herim kû lê naterkînî şer û herban li çîyan çi binefş e di destên te de...

Jul 27, 20234 minEp. 94

#93. Adresa Nû ya Mektûban

Perxudres Podcast li benda mektûbên we ye. Edit - Mijdar 2023: Adres êdî ne aktîf e.

Jul 25, 20231 minEp. 93

#91. Şorşikestîyên Çemo Çemo Avşîno

Akademîsyen Serdar Şengul di nivîseka xwe de ser meseleyên zimên behsa êşeka êpêce giran dike. Şengul dibêje wan di zarokatîya xwe de bi rîya tercûmanan bi pîrka xwe re xeber didaye û dibêje wê pîra 90 salî gava wan pê re xeber didaye serê xwe dizivirandiye û ji yên li dora xwe dipirsîye ‘’Dibê çi?’’ ‘’Piştî çend salan ez hînî zimanê xwe bûm’’ dibêje Şengul, lê dibêje ‘’pîrka min nedît, ne me fehm kir wê digot çi û ne jî wê em fehm kirin.’’ Însan bi wijdan û merhemet be, ne mimkûn e ser vê mesel...

Jul 13, 20233 minEp. 91

#85. Xêncî Aşiyê Her Tişt û Etîmolojî

Taman, patrome, mutribe, lûl, soring, derzî, parza û vaksîn û çend kelîmeyên din. Xebatkarên medyaya Kurdî di pandemîya vîrusa korona de da ku nebêjin ‘’aşi’’ hezar teqle avêtin û li şûna ‘’aşi’’yê çêşîd çêşîd nav gotin. Lê ku medyayê Kurdî çi got jî ji devê milet tim ‘’aşi’’ derket û tim ‘’aşi’’ li milet ket. Elbet a medya Kurdî refleksa parastina zimên bû li hember zalimîya zimanê Tirkî bêmehne. Bes refleks carna dibe kompleks, meseleyên zil î zelal jî li nêv hev dixin û wan diherimînin û berd...

Jun 01, 20232 minEp. 85

#81. Kurmancbûna Kemal Badıllı û Zazaname

Not û nivîsên hevalên Kemal Badıllı raber dikin ku ew efendî û çak û çelengekî dewra xwe bûye. Mesela Musa Anter di xatirayên xwe de ser Kemal Badıllı dibêje şibêtê lordên Îngîlîz bi wî diket. Yaşar Kaya behsa rabûn û rûniştina wî ya nazik û nestêle dike û dibêje him mîna centîlmenan bû him jî mîna alimên dîndar. Bes pesn li şûna xwe, şair, nivîskar, awûqat Kemal Badıllı di sala 1959an de bala dewleta Tirk kişandiye. Îstixbaratê di raporekê de, ku bo serokomarê Tirkîyê yê wê çaxê Celal Bayar hat...

May 11, 20234 minEp. 81

#75. Pez û Pereyên Şêx Seîd - Berî Pîranê

Serhildana Şêx Seîd bi derketina belgeyên nû ra reng û rûyê xwe çîşkek be jî parçek be jî diguherîne her carê. Ew serhildana sala 1925an li gor hinekan hereketeka paşverû ye, hinek jî wê wek îtirazeka milî dihesibînin; ser vê meselê lihevkirineka tam heta niha jî çênebûye. Lê çi gundî çi xwendî hema bêje ji her sinifê Kurd, Şêx Seîd wek şexsekî zengîn û efendî dibînin. Bavê nivîskar Malmîsanij, ku ew jî bi Şêx Seîd ra rabûye, di roportajekê da ser şêx wanî dibêje ji kurê xwe ra: ‘’Şêx Seîd Efend...

Apr 13, 20232 minEp. 75

#72. Mizgînîya Playlîstê

Blog: https://perxudres.blogspot.com E-mail: omerfarukbaran@hotmail.com Youtube: https://www.youtube.com/perxudres

Mar 30, 20232 minEp. 72
For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android