Di nav partîya HAKPAR û DBP'ê nîqaşekê destpêkirîye ku li ser peyama Abdullah Ocalan ya ku ji 12emîn Kongreya PKK'ê re şandîye. Partîya Weletperwerên Kurd (PWK) jî kete nav nîqaşê û ji Ocalan dixwaze ku ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Weletperwerên Kurd Mehmet Can Azbay behsa daxuyanîya partîya xwe û van nîqaşan dike.
Jun 13, 2025•12 min
Li Tirkiyeyê niha 396 girtîgeh hene ku ji bo 299 hezar û 924 girtî hatine lêkirin. Lê niha, 409 hezar û 617 girtî di van girtîgehan de cezakirî ne. Rewşa girtîgehan hukûmetê mecbur dike ku jibo barê girtîgehan sivik bike gavên nû bavêje. Hukûmeta Dad û Geşepêdanê (AKP) li ser navê 10emîn Pakêta Dadwerîyê dixwaze guhertinan di hin yasayan de bike. Lê wusa xuya ye, pakêta ku pêşkêşî parlamenê kirin, ne li gorî dilê opozîsyonê ye. Bêtir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
Jun 12, 2025•10 min
Di vê bûletene de: Wezîrê Parastinê Richard Marles gumanên li ser siberoja peymana sêalî ya AUKUS kêm dike... Balyozê Îsraîlê li Australya dibêje sepandina cezayan li ser du wezîrên Îsraîlî 'nayê pejirandin'… Û di avjeniyê de, Piştî roja sêyemîn a Ceribandinên Australya li Adelaide, hin rûyên nû di tîmê Dolphins de hene, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Jun 12, 2025•9 min
Platforma 'Serdana Kurdistanê'/visit Kurdistan ya Herêma Kurdistanê roja Sêşemê bi fermî hate destpêkirin, û mijareke din behs li ser birîna kehrebê li hindek parêzgehên Îraqê dibe ku Herêma Kurdistanê weke tolhildan li hember hukumeta Iraqê ji bo nedana mûçeyên fermanberan dibe. Bir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
Jun 12, 2025•9 min
Di bûletena nûçeyên îro de: Opozîsyonê rexne li cezayên Australya yên li ser du wezîrên Îsraîlî girt... Polîsê Los Angeles dibêje piştî qedexeya derketina derve ya li bajêr dest bi girtinên girseyî kirine... Socceroos Erebistana Siûdî têk bir û mafdara FIFA 2026e, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Jun 11, 2025•4 min
SBS salvegera xwe ya 50emîn pîroz dike. Di 9ê Hezîrana 1975an de 'Radyoya Ethnic Australia' dest pê kir - ceribandineke wêrek ji hêla wezîrê koçberiyê yê wê demê Al Grassby ve ku Medibank, guhertoya yekem a Medicare, bi zimanên cûda ji koçberan re vebêje.
Jun 11, 2025•6 min
Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr dibêje lênerîna tenduristiyê ya erzan di nav pêşîniyên sereke yên serdema wî ya duyemîn de ne... Prue Car ji Partiya Kar bi kansêra pêsîrê hat teşxîskirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Jun 10, 2025•5 min
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 29/05/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur hene.
Jun 10, 2025•57 min
Sazîya statîstîka Turkiyê (TUIK) daneyên enflasyona salane û ya meha gulanê eşkere kir. Ev dezgeha fermi ya dewletê dibêje rêjeya enflasyona salane ji sedî 35.41 e. Li gorî daxuyaniyê rêjeya enflasyona meha Gulanê jî ji sedi 1.5 e. Nûçegîhana SBS Kurdî Hatice Kamer li Amedê ji kebanîyan pirsî, ka gelo enflasyona bilind bandora xwe çawa li ser mesrefên Cejnê dike?
Jun 06, 2025•7 min
Di vê bûletene de: Serokwezîrê wîlayeta Tasmania dipejirîne ku dibe hilbijartineke pêşwext li ber dest be... Serok Donald Trump daxuyaniyek îmze kir ku rê li ber kesên ji deh welatan bigire da nekevin DYA... Û di werzîşê de, Goleke ji Cristiano Ronaldo ji Portugalê re cihek di fînala Lîga Neteweyan a UEFA de bi dest xist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
Jun 05, 2025•10 min
Dema ku di sala 2023 de, 38mîn Kongereya CHP pêk hat, Ozgur Ozel, li hember Kemal Kiliçdaroglu bibû namzed û di gera duyemîn de bi dengên zêde bû serokê nû yê CHP. Lê di îdianameya ku li dijî CHP dibe doz, tê gotin ku Serokê nû yê CHP ji bo dengê zêde bi sedan delege bi pereyan qanii kirîye û sozên weke kar û şaredartî daye wan. Lê him Ozgur Ozel û him Ekrem Îmamoglu bi tundî li dijî van îdîayan derdikevin. Bêtir derbarê mirjar di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
Jun 05, 2025•8 min
Domestic violence represents a significant issue that affects numerous families across Australia. A global study, unprecedented in its scope, has disclosed that over 1 in 3 Australian men indicate having faced violence against their partner. To help us understand the concept of domestic violence, we are joined by Helen Robertson, Director, and Clinical Psychologist at Drummoyne Psychology. - Tundûtûjiya malbatî pirsgirêkek cidî ye ku bandorê li gelek malbatan li Australya dike. Lêkolîneke cîhanî...
Jun 05, 2025•7 min
Di aloziyeke dramatîk a krîza mûçeyan de bandoreke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye. Serokê Komîteya Yasayî yê Parlemena Iraqê Rebwar Hadi, Wezîrê Darayî yê Federal Taîf Samî bi rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tawanbar dike. Em bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê derbarê pirsgirêka mûçeyan diaxafin.
Jun 05, 2025•11 min
Guhdare podcasta nûçeyên roja Çarşemê bike.
Jun 04, 2025•5 min
Di bûletena nûçeyên îro de: Neteweyên Yekbûyî lêpirsîneke serbixwe ya tavilê li ser kuştina Filistîniyên ku alîkarî dixwestin dixwaze... Rayedar li dijî ATMên krîptopereyan tedbîrên tund digirin, Û di futbolê de, Socceroos dibêjin misogerkirina bêtir cihan di Kûpa Cîhanê lezgîniya misogerkirina cihê wan di tornemêntê de kêm nake. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
Jun 03, 2025•5 min
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî yan 29/05/2025 ya rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur hene.
Jun 03, 2025•57 min
Di bûletena nûçeyên roja Îniyê de: Pêkhateya dawî ya Seneta federal hate ragihandin... Hêviyên pêşketinê li ser peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
May 30, 2025•5 min
Di vê bûletene de: Peyak ji ber agirê kujer li Croydon li rojavayê hundur yê Sydney rû bi rûy dadgehê dibe ... Pizîşkekî neştergirî yê Fransî ji ber destirêjiya cinsî li ser bi sedan zarok hate cezakirin ... Û di werzîşê de, Billy Slater di maçên State of Origin yên siberojê de ji Queensland bêtir dîsîplînê dixwaze. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
May 29, 2025•11 min
It's that time of year again. Learn about the best time to lodge your tax return, what expenses you are eligible to claim, and how to commence the new financial year positively. If you have had taxes deducted from your income during the year, submitting an income tax return enables you to reclaim any excess taxes paid and possibly obtain a tax refund. Founder and principal of Countax financial Group Nader Gariban explains to us what and can't be claimed on tax returns. - Dîsa ew demsala salê ye....
May 29, 2025•9 min
Wezîrê Darayî yê Iraqê ragirtina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji bo heşt mehên bê ragihand. Gumanên Iraqê li ser şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bûye sedema nerazîbûna gelek siyasetmedarên navdar ên Kurd di salên borî de, yên ku daxwaza muameleyeke dadperwerane ji Bexdayê û mafên xwe yên destûrî kirine. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
May 29, 2025•10 min
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 25 Gulanê de li Stenbolê bi Serokkomarê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şeraa re civiya. Di civîna girtî de, her du serokan li ser başkirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de, û tekezî li ser hewildanên ji bo normalîzekirina têkiliyên dîplomatîk û aborî di navbera welatên cîran de sekinîn. Zêdetir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
May 28, 2025•9 min
Di bûletena nûçeyên îro de: Partiyên Lîberal û Neteweyî ji bo yekbûna xwe rêkeftinek çêkirin... Kesek piştî agirê bi maleke li Sydney ketî mir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
May 28, 2025•5 min
When it comes to Inflammatory Bowel Disease, or IBD, Australia is a world leader — with the number of people living here with the condition rapidly rising. But while the exact causes of the disease remain unknown, we're gaining a greater understanding of how we may be able to live with IBD, and possibly even prevent it. - Dema ku mijar tê ser Nexweşiya Iltîhaba Rûviyan/Inflammatory Bowel Disease, IBD, Australya di cîhanê de pêşeng e - ji ber ku hejmara kesên ku li vir bi vê nexweşiyê dijîn bi le...
May 28, 2025•8 min
Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr serdana civakên ku ji ber liheyê li New South Wales zirar dîtine dike... Mezina xwecihî dibêje hemû Australî di rêwîtiya lihevhatina Australiya de xwedî rolek in... Û di Tenîsê de, Sê Australî derbasî dora duyemîn a French Open dibin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
May 27, 2025•4 min
Guhdare podcastên bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur têde hene.
May 27, 2025•57 min
Di bûletena nûçeyên roja Îniyê de: Ji ber bahoza berava rojhilat ber bi başûr ve diçe, çar kes mirin, çend kes jî winda ne ... Piştî rêveberiya Trump mafê vîzeyê ji Zanîngeha Harvard girt, nîgeraniya Australyayên ku li derveyî welêt dixwînin hene, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
May 23, 2025•5 min
Devastating floods along Australia's east coast have killed at least one man. His body was found on a property impacted by intense rainfall, prompting warnings for communities to heed evacuation and safety warnings amid the downpour. - Lehiyên wêranker ên li berava rojhilatê Australya bûne sedema mirina herî kêm du kesan. Cenazeyê wî li ser milkê ku ji ber barana dijwar bandor lê bûbû hat dîtin, ji ber vê yekê hişyarî ji bo civakan hat dayîn ku guh bidin valakirinê û hişyariyên ewlehiyê jî ji bo...
May 22, 2025•7 min
Di vê bûletene de: Zêdetirî 48,000 kes niha ji ber lehiyê li New South Wales îzolbûne... Vanuatu û Australya danûstandinên li ser peymaneke nû ya dualî didomînin... Û di futbolê de, Ange Postecoglou yê Australî dîrokê diafirîne, ji ber ku Tottenham fînala Lîga Ewropa qezenc dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
May 22, 2025•10 min
Nûçegîhan Ehmed Xefûr di raporta xwe de behsa serdana Serokwezîrê Hukûmeta Herêma Kurdistanê bo Washington dike. Birêz Barzani hin peymanên bazirganiya li wir pêk anîn lê ew yeka ne bi dilê hukûmeta navendî ya Îraqê ye.
May 22, 2025•9 min
Every year, millions of people give their time to volunteer work, which benefits communities, those in need, nonprofit organisations, and the volunteers themselves. This year's theme for National Volunteer Week, which takes place from May 19 to 25, is "Connecting Communities," Gemma Rygate, CEO of The Centre of Volunteering, provides an overview of this significant event. - Her sal, bi mîlyonan kes dema xwe ji bo xebata dilxwazî/volunteers terxan dikin, ku sûdê dide civakan, kesên hewcedar, rêxi...
May 21, 2025•7 min