SBS Kurdish - SBS Kurdî - podcast cover

SBS Kurdish - SBS Kurdî

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Last refreshed:
Follow this podcast in the Metacast mobile app to refresh it and see new episodes.
Download Metacast podcast app
Podcasts are better in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episodes

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 30î Nîsana 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Wezîra Derve ya Australya dibêje hukûmet dê careke din Dengê ji bo Parlemanê neşopîne... Serokwezîr Anthony Albanese dibêje eger ew di helbijartinên roja Şemiyê de bi serkeve dê ew bo serokê DYA Donald Trump re li ser baca gumrigê biaxife, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 30, 20254 min

Êrîşeke nenas ya bi dronê pênc pêşmerge birîndar kirin

Bi sedema êrîşeke dironî li ser bingehên hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li gûndê Belave li sînorê bajarokê Dêrelûkê li qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê pênc pêşmerge birîndarbun. Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê dibêje, hin alî û kom hewl didin ku pêvajoya aştî û aramiyê li herêmê asteng bikin. Bêtir derbarê vê mijarê û mijarên din raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Apr 30, 20258 min

What are First Nations voters looking for in this election? - Dengdêrên Neteweyên Yekem di vê hilbijartinê de li çi digerin?

Cost of living, housing, Medicare – some of the issues central to this election. But what some experts and advocates are saying is “absent” from the campaign trail is First Nations affairs. What are the key policy announcements? What are the interests and concerns of First Nations people? Where should Australia go after the referendum outcome? - Mesrefê jiyanê, xanî, Medicare - hin ji mijarên sereke yên vê hilbijartinê ne. Lê tiştê ku hin pispor û parêzvan dibêjin di rêça kampaynê de nînin, xizm...

Apr 30, 20259 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Nîsana 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Jinek piştî êrîşkirina ofîsa hilbijartinê ya Peter Dutton bi boyaxa sor hate tawanbarkirin... Neteweyên Yekbûyî dibêje herku diçe hejmara penaberan li seranserê cîhanê zêde dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 29, 20254 min

"Support for women's well being in this election campaign is very important" - "Piştgiriya tenduristiya jinan di kampanya hilbijartinê de gelekî girîng e"

Career woman and mother Gozal Khangheh expressed her views on the federal election, emphasising the importance of supporting women's welfare, addressing domestic violence, and providing financial assistance. She also highlighted the need to rethink higher education, calling for it to be made free, as it was in the mid-1970s. She also emphasised the need to make mental health support a priority on the federal election campaign agenda. - Gozal Xangêh derbarê hilbijartinên federal de nêrînên xwe an...

Apr 25, 202510 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Nîsana 2025

Di vê bûletenê de: Xizmet û qurbanî li seranserê welêt di Roja ANZAC de di Merasîmên Şefaqê de hatin bîranîn... Serok Nêçirvan Barzani Yekîtîya Kurdan wekî zinarêê bingehîn yê aramîyê li Sûrîyê tekez dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 25, 20257 min

Nûçeyên roja Pêncşemê, 24î Nîsana 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Kwalisyon soz dide ku 90 mîlyon dolarên din ji bo çareserkirina tundûtûjiya malbatî li seranserê Australya xerc bike... Zextên lêçûnên jiyanê xelk mecbûr kiriye ku berê xwe bidin xêrxwaziyên xwarinê ji bo alîkariyê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Apr 24, 202512 min

Pîrozkirina Roja Rojnamevaniya Kurdî li Herêma Kurdistanê

Yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat weşandin. Ev bûyer li Herêma Kurdisanê hat bîranîn. Li Silêmanîyê di nav bera yaneya werzişî ya Zaxo û Newroz ve şer û alozî di navbera piştevanên herdu alîyan de çê bû. Hejmarek ji kesan brîndar bûn. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Apr 23, 202510 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 23î Nîsana 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Pirsên li ser wê yekê ku Opoisyon dê sozê xwe yê hilbijartinê derbarê lêçûnên berevaniyê çawa fînanse bike dibe... Di encama erdheja ku li beravên rojhilatê Australya pêk hat, ti ziyanên giyanî çênebûne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 23, 20254 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 22î Nîsana 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Serkirdeyên partiyên sereke piştî rawestandikeke demkî ya kampaynê ji bo gotûbêja hilbijartinê ya îşev amade ne... Vatîkan planên binaxkirin Papa Francis eşkere dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 22, 20255 min

The world mourns Pope Francis - Cîhan di şîna Papa Francis de ye

The world has been paying tribute to the memory of Pope Francis, the first Latin American pope and a transformative figure in the modern Catholic Church. He had suffered from double pneumonia earlier this year and died on Easter Monday [[21 April]] at the age of 88. His death came as a shock following his appearance in St Peter’s Square on Easter Sunday, where he greeted crowds from an open-air popemobile. - Cîhan hurmetê dide bîranîna Papa Francis, yekem papayê Amerîka Latînî û kesatiyê veguher...

Apr 22, 20257 min

What is a minority government? - Hukûmeteke hindikahî çi ye?

With a federal election just weeks away, a minority government seems increasingly likely. So, what is minority government? - Bi nêzikbûna hilbijartineke federal a bi tenê bi hefteyan dûr, dibe ku hukûmeteke hindikayî ava bibe. Baş e, hukumeteke hindikahî - minority government çi ye?

Apr 22, 20257 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 18î Nîsana 2025

Di vê bûletenê de: Polîs guman dike ku laşê di otomobîleke şewitî de hatî dîtin bi revandina tundûtûjîyeke li Sydney girêdayî ye ... Serok Trump dibêje ew li bendê ye ku hefteya li pêş bi Ukraynê re peymaneke mîneralan îmze bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 18, 20255 min

Helebçe dibe 19mîn parêzgeh li Îraqê û parêzgeha wê jin e

Parlemana Iraqê roja Duşemê bi fermî Helebce wek parêzgeha 19emîn a Iraqê û 4emîn parêzgeha Herêma Kurdistanê nas kir. Di rûniştineke bi beşdariya 178 parlementeran ji 329 parlamenteran proje yasaya pesend kirin. Em derbarê vê mijarê bi peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

Apr 17, 20256 min

Nûçeyên roja Pêncşemê, 17î Nîsana 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîr bergiriya xwe ya ewlekariya neteweyî li ber pirsên li ser têkiliyên Endonezya bi Rûsya re diparêze, Pêşbiniya bazirganiya gerdûnî ji ber gumriga nû yên Emrîka dikeve, Û di futbolê de, Arsenal şampiyonê berevan Real Madrid têk bir û di Lîga Şampiyonan de cihekî nîvfînalê tomar kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 17, 202511 min

"Yezidi New Year symbolises the creation of universe and renewal of life" - "Ser Sala Êzîdiyan, sembola afirandina gerdûnê û nûkirina jiyanê ye"

The Yezidi New Year is an important spring festival for the Yezidi community, symbolising the creation of the universe and the rejuvenation of life. We have a conversation with Khalid Taalo from Armidale regarding this meaningful event to the Yezidis in general. - Sersala Êzîdiyan ji bo civaka Êzîdî cejneke girîng a biharê ye, ku nîşaneya afirandina gerdûnê û nûkirina jiyanê ye. Em derbarê vê roja girîng bi birêz Xalid Te’lo re ji Armidale, bajarokekî biçûk li wîlayeta New South Wales e.

Apr 17, 20258 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 16î Nîsana 2025

Di vê bûletenê de: Rêberê opozîsyonê Peter Dutton red dike ku wî ne rastî derbarê serokê Endonesya gotiye… Rêvebiriya Trump alîkariyên aborî li ser Harvard dicemidîne ji ber nakokiyeke li ser şert û mercên bexşînê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 16, 20254 min

Singer volunteers to sing at Yazidi Year in Wagga Wagga - Stranbêj xwebexşî gotina stranan li ​​Ser Sala Êzdiyan li Wagga Wagga dike

We discuss the Yezidi New Year celebrations with artist Khairi Shengali from Wagga Wagga. Mr Shengali is graciously offering his time to participate in the celebration by performing some of his songs in the event. - Em bi hunermend Xeryrî Şingalî ji Wagga Wagga behsa pîrozbahiyên Ser Sala Êzîdiyan dikin. Birêz Şingalî bi pêşkêşkirina çend stranên xwe dema xwe ji bo beşdarbûna şahiyê pêşkêşî dike ku bêberamber e.

Apr 16, 20255 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 8î Nîsana 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Australya dibêje ew 'bi Endonezya re têkildar e' ji ber ku Rûsya daxwaza avakirina bingehek leşkerî ya giravê dike… Partiya Keskan di Roja Anzac de komkirina dravdana dîskoyê piştî tawanbarkirina bêhurmetiyê pşvekişand, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 15, 20254 min

Tevahiya Bernameya SBS Kurdî ya 10î Nîsana 2025

Di naveroka vê bernameyê de, Nûçe, raporta ji Hewlêre, bîrûbaweriyên endamên ji civaka Kurd li Australya derbarê hilbijartina federal ku di 3 Gulana 2025 de cî digire û babetên din hene.

Apr 15, 202558 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 11î Nîsana 2025

Di bûletena îro de: Serokwezîr rû bi rûyî pirsên derbarê peyman AUKUS li dû baca gumriga DYA dibe... Partiyên siyasî ye Australî di kampîna hilbijartina federal de berdewamin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Apr 11, 20256 min

Cost of living community's main concern for election 2025 - Bihabûna jiyanê ji bo hilbijartina 2025-an xema sereke ya civakê ye

We engaged in conversations with members of the Kurdish community regarding the upcoming Australian federal election scheduled for May 3rd this year. The rising cost of living appeared to impact everyone, serving as the primary focus of our discussion. Following this, concerns related to health, education, and immigration were addressed. - Em bi endamên ji civakê derbarê hilbijartinên federal yên li Australya ku di 3 Gulana îsal de cî digirin axifîn. Wa xuyaye ku buhabûna jiyanê bandor li ser he...

Apr 11, 202528 min

Hevdîtina şanda DEM Partî bi Serokkomarê Tirkiyeyê re çi encam da

Endamên DEM partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ji Şanda Îmraliyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anîn. Piştî civînê Partiya DEM daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku nîqaş di rewşeke erênî, avaker û berhemdar de pêk hat û geşbîniya ji bo siberojeke bi hêvî heye. Zêdetir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

Apr 11, 202512 min

Nûçeyên roja Pêncşemê, 10î Nîsana 2025

Di vê bûletene de: Bervajîbûna beryara Donald Trump derbarê baca gumrigê bandorê li Australya nake… Nêzîkî 50 mîlyar dolar ji 500 şîrketên sereke yên navnîşkirî yên Australya hate kêm kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Apr 10, 202510 min
For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android