SBS Kurdish - SBS Kurdî - podcast cover

SBS Kurdish - SBS Kurdî

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Last refreshed:
Follow this podcast in the Metacast mobile app to refresh it and see new episodes.
Download Metacast podcast app
Podcasts are better in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episodes

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 18 Adara 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Welatiyên El Salvadorî û rêxistinên mafên mirovan piştî dersînorkirina DYA fikarên xwe anîn ziman... Rêberê Opozîsyonê daxwaza referandumê li ser desthilatên rakirina hemwelatîbûnê dike... Serokwezîr bangên Opzisyonê yên ji bo referandumeke nû rexne dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Mar 18, 20256 min

Bernameya SBS Kurdî ya 13 03 2025

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya roja Pêncşeme bike. Hevpeyvî, raportên ji Hewlêr û Amed û gelek babetên din.

Mar 17, 202555 min

Rêxistinên civaka sivîl piştgiriyê didin banga aştiyê ya Ocalan

Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser pêvajoya banga Ocalan e, her weha deklerasyona Newrozê û peyamên ji wir derketin. Di destpêka raportê de, roportaja Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç heye ku ew jî weke nûnerekî rêxistineke sivîl vê pêvajoyê dirixîne.

Mar 14, 202510 min

Nûçeyên roja Pêncşemê, 13î Adara 2025

Di vê bûletene de: Serokwezîrê New South Wales plana ku malên vala li Lismore yên ji liheyê wêran bûne hilweşîne diparêze… Kurd û ne-Kurd li Sûriyê îmzeya peymana bi Şamê re pîroz dikin... Û di sportê de, Werzîşvaniya Australya ji bo Şampiyona Cîhanî 20 kesên bi hêz eşkere dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Mar 13, 202511 min

"I've always loved performing, it's something very important to me" - "Min her dem ji akterî û filîman hez dikir, ew ji bo min tiştek pir girîng e"

We engage in a conversation with Yvan Karezi, a Kurdish-Australian co-creator and performer in PYT Fairfield’s audacious production, regarding the new play Khair. This work honours Middle Eastern mysticism within a modern context, taking place in a struggling hair salon that also serves as a site for mystical healing. The play intricately blends elements of magic, humour, and the supernatural, offering a novel and surprising theatrical experience. - Îvan Karêzi lîstikvanek e Kurd e Australî ye, ...

Mar 12, 20258 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê,12î Adara 2025

Di vê bûletenê de: Kurd kêfxweşiya li ser imzekirina peymana Hukûmeta Sûriyê û HSDê nîşan didin... Serokwezîr dibêje Australya dê baca gumrikê li ser DYA ferz neke ... Rêberên cîhanê pêşwaziya pêşniyara Amerîka ya ji bo agirbesteke 30 rojî di şerê Rûsya û Ukraynayê de dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Mar 12, 20256 min

Rêkeftina di navberî Ahmad Şarii û Mezlûm Ebdî de

Piştî ku Mezlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Demokratik (HSD) û Ehmed Şerii serokê demkî yê Sûryê rêdeftinek mor kirin, her weha Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê, hemû aliyan behsa pêwîstiya kêmkirina aloziyan ji bo çareserkirina nakokiyan kirin. Li alîyekî din pênc meh li ser helbijartinên Kurdistanê derbas bûn lê heya niha kabîneya 10an ya HHK ji ber nelihevkirina herdu partiyên sereke YNK û PDK pêk nehatiye.

Mar 12, 20259 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 11 Adara 2025

Di bûletena nûçeyên îro de:Zêdetir kes li ser rêze êrişên dijî-Cihûyan li Sydney hatin girtin... Pêvajoya paqijkirinê di encama Cyclone Alfred ya berê de dest pê dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Mar 11, 20254 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 7î Adara 2025

Ji nûçeyên îro: Niştecîh xwe diparêzin e ji ber ku Cyclone Alfred nêzîktir dibe... Rêberên Ewropî soz didin ku di lêçûnên parastinê ji bo Ukraynê zêde bikin... Û di werzîşê de, Komeleya Tenîsê ya Jinan ji bo lîstikvanan heta 12 mehan betlaneya jidayikbûnê ya bi pere destnîşan dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Mar 07, 20255 min

Jinên Amedê hewl didin debara xwe bikin da nebin bar li ser kesî

Gelek jin li Amedê bi keda xwe debara jiyana xwe dikin. Lê bazarên sînorkirî hene ku bi taybetî ji bo jinan hatine çêkirin. Yek ji van bazaran bazara Keda Jinan a li Navçeya Peyasê ye ku niha 42 dikanên biçûk yên ji bo hunera destan û keda jinan tê de hene. Em derbarê ked û debara van jinan bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.

Mar 07, 202512 min

"Everyday should be 'Women's Day', not only March 8" - "Divê her roj 'Roja Jinan' be, ne tenê 8'ê Adarê"

International Women's Day is observed annually on March 8. This worldwide event honours the accomplishments of women across social, economic, cultural, and political domains, while simultaneously acting as a rallying point to promote gender equality and confront the ongoing disparities that women encounter globally. We engage in a discussion with Ms Gazel Khangheh regarding the significance of this day. - Roja Navnetewî ya Jinan her sal di 8ê Adarê de tê pîroz kirin. Rojeke cîhanî ye ku ji bo pî...

Mar 06, 202511 min

Nûçeyên roja Pêncşemê, 6î Adara 2025

Di vê bûletenê de: Berî hatina Cyclone Alfred planeke bersîvdana karesatê ya neteweyî hate çalak kirin… Hîn biryareke dawî li ser îstîsnakirina Australya ji gumriga Amerîkî nehatiye dayîn, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Mar 06, 202510 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê,5î Adara 2025

Di vê bûletenê de: Xwendegeh, emeliyat û veguheztina giştî ji ber bahoza Cyclone Albert tên girtin... Donald Trump cara yekem di dewra xwe ya duyemîn de di civîna hevpar ya kongreyê de diaxive, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Mar 05, 20256 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê, 04/03/2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Gumruga ji sedî 25 ya Donald Trump li ser Kanada û Meksîkê dest pêdike... Niştecihên Queensland ji ber hatina Cyclone Alfred ji malên xwe derdikevin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Mar 04, 20255 min

Festive decorations for Ramadan a growing commercial trend - Xemilandinên ji bo Remezanê meyleke bazirganî ya mezin tîne

With the Muslim holy month of Ramadan approaching, Australian businesses are reporting a growing demand for festive decorations. What was once a tradition mainly contained within homes and mosques is now becoming a thriving commercial trend. The period of fasting, celebration and worship begins on Thursday and runs until the end of March. - Bi destpêkirina meha Remezanê ya pîroz ji bo Misilmanan, karsaziyên Australya daxwazeke mezin ji bo xemlê radigihînin. Tiştê ku berê kevneşopiyek bû ku bi gi...

Feb 28, 20254 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 28î Şibata 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Rêberê PKK di peyama xwe de daxwaza danîna çekan û fesixkirina partiyê dike... Siyasetmedarên şûnbilind yên Australya dibêjin peymana berevaniya sêalî ya bi DYA û Brîtaniya re li ser zemîneke zexm e, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Feb 28, 20254 min

Ji peyama Ocalan hêviyên mezintir dihatin hêvîkirin

Roja Pêncşemê 27 şubatê ji girtîgeha girava Imraliyê ku Ebdula Ocalan ji sala 1999’an de têde girtiye daxuyaniya xwe bi rêya DEM partî hat ragihandin. Berêz Ocalan di daxuyaniya xwe de ev gotin kirin, “divê PKK dest ji çekan berde û divê xwe bihelîne.” Û herweha got divê Tirkiyê û Kurd bi ruhekî biratiyê pêşve biçin. Ji bo em bêtir li ser berteka hukûmeta Tirkiyê û xelkê bi gîştî derbarê daxuyaniyê zanibin nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re rewşê vedibêje.

Feb 28, 202511 min

Discomfort, pain, and initial signs of shingles that adults should know - Êş, metirsî û nîşanên şîngils/mekutokan ku divê her mezinek bizanibe

Shingles is a common condition in Australia, affecting around one in three people at some point in their lives. Its occurrence is notably higher in individuals over the age of 50, with the risk of complications increasing with age. Therefore, if you are over 50, it is recommended that you speak with your doctor or pharmacist. Dr Ali Ziabari explains shingles symptoms and the vaccines available for this condition. - Shingles (mekutok/mîrkut) li Australya gelemperî ye, di jiyanê de ji sê kesan yek...

Feb 28, 202511 min

Çalakiyên daxwaza dersa Kurdî li xwendegehên Tirkiyê berdewamin

Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên çand û ziman yên Kurd li Amedê çalakiyên girseyî li dar xistin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser polîtîkayên dûrxistin û qedexekirina zimanê kurdî û daxwaz kirin ku zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî yê perwerde û fêrkirinê. Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amadê hin şîrove û zelaliyan derbarê wê yekê dide me.

Feb 27, 202511 min

Nûçeyên roja Pêncşemê, 27î Şibata 2025

Di vê bûletenê de: Hemşîra ku bi teşwîqkirina tundûtujiya li dijî nexweşên îsraîlî tawanbar bû ji derketina Australya û têketina platformên medyaya civakî tê qedexe kirin... Hukumeta federa ji sedî 25 ji Virgin difroshe rêhewaya Qeterî, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Feb 27, 202511 min

Xwepêşandanên mûçeyê: Mamoste tankerên petrolê li Silêmaniyê asteng dikin

Mamoste û karmendên giştî beşdare xwepêşandanên ji bo astengkirina tankerên petrolê yên ber bi Îranê ve li ser rêya Silêmanî-Arbetê dibin. Pevçûn di navbera şofêrên tankeran û xwepêşanderan de derketin holê. Her weha di dema xwepêşandanan de hejmarek ji rojnamevanan hatin girtin û amûrên wan hatin şikandin, em derbarê wan mijaran bi nûçegîhanê SBS Kurdî Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

Feb 26, 202513 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê,26î Şibata 2025

Di vê bûletenê de: Peter Dutton Serokwezîr bi kolandina axê li dû eşkerekirina milkên nû û parvekirina kirînê tawanbar dike… Serokwezîr Anthony Albanese soz da ku bi mîlyaran dolar alîkariya aborî bide Victoria, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Feb 26, 20255 min

The AI Election: How artificial intelligence impacted the world's biggest ballots - Hilbijartinên AI: Huşmendiya Çêkirî çawa bandor li dengdanên mezin yên cîhanê kir

From "Communist Kamala" to Bollywood endorsements, artificial intelligence and disinformation played a big role in some of the biggest democratic elections last year. - Ji "Kamala Komunîst" bigire heya erêkirina Bollywoodê, huşmendiya çêkirî û zanyariyên şaş roleke mezin di hin ji mezintirîn hilbijartinên demokratîk yên sala borî de lîst.

Feb 26, 20258 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê, 25î Şibata 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Pirsên li ser dravdana ji bo sozê Medicare ya bi mîlyaran dolar berdewam dikin… Daneyên nû eşkere kirin ku Australya di cîhanê de yek ji rêjeya herî zêde ku teşxîskirina kansêra pêsîrê heye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Feb 25, 20255 min

'Ez bi vî zimanî hatime dunayê, ez e bi vî zimanî jî bimrim'

Roja Zimanê Zikmakî yê Navnetewî her sal di 21ê Şibatê de tê pîrozkirin.Ew ji bo pêşvexistina hişmendiya li ser cihêrengiya ziman, çand, û her weha ji bo parêzvaniya pirzimaniyê ye jî. Ev roj ji aliyê UNESCO ve tê naskirin. Em derbarê vê roja girîng hin pirsan ji nivîskarê hêja mamoste Berken Bereh dipirsin.

Feb 21, 202514 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 21î Şibata 2025

Di bûletena nûçeyên îro de: Hukûmet îdiayên Peter Dutton yên derbarê merasîmên welatîbûnê red dike... Rêvebirê Reserve Bank dibêje divê jiyan ji bo kirêdaran baştir bibe… Û di fûtbolê de, Japonê Matildas têk bir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Feb 21, 20255 min
For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android