SBS Kurdish - SBS Kurdî - podcast cover

SBS Kurdish - SBS Kurdî

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Last refreshed:
Follow this podcast in the Metacast mobile app to refresh it and see new episodes.
Download Metacast podcast app
Podcasts are better in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episodes

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 20î Tebaxa 2024

Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese peymana berevaniyê ya nû bi Endonezya re eşkere dike… Serokê DYA Joe Biden pîl derbasî Cîgira Serok Kamala Harris di Kongreya Neteweyî ya Demokrat de dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Aug 20, 20245 min

Armanca serdana du serokên Ereb bo Tirkiyê çî ye

Serokê Desthilatdariya Filistînê li Perlemana Tirkiyê gotarek pêşkêş kir û eşkere kir ku wan biryar daye biçin Xezzeyê. Her weha wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên roja Çarşemê gihîjte Enqerê da ku beşdarîyê di gera çaremîn ya kombûnên komîteya asayişa hevbeş ya Iraq û Turkiyê bike. Ev serdan di berdewamîya diyaloga navbera Îraq û Tirkiyê de li ser hevkarîya ewlekarîyê gaveka girîng e. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

Aug 16, 202412 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 16î Tebaxa 2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîrê New Zealand Chris Luxon li Canberra bi Anthony Albanese re hevdîtin kir… Rêvebirê wîlayeta Lîberalên NSW Richard Shields ji kar hat dûrxistin... Û di Rugby de, rêbertiya Penrith bi guman e ji ber ku Nathan Cleary di milê xwe de birîndar dibe. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Aug 16, 20245 min

Nûçeyên roja Pêncşemê 15î Tebaxa 2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Hukûmeta federal dê 3 milyar dolar ji deynê zanîngehan bibire... Senatorê partiya Kar dibêje rêberê opozisyonê bawerî bi ajansên ewlekarîya Australya derbarê penaberên Xezayê nîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Aug 15, 20249 min

Ma niştecihên Kerkûkê ji bijartina parêzgarê nû razîne?

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd roja Sêşemê bi biryareke fermî Rebwar Taha wek parêzgarê Kerkûkê destnîşan kir, heyşt mehan piştî hilbijartinên parêzgehan li wî welatî. Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê zêdetir derbarê wê mijarê û mijareke mirovahî li ser rizgarkirina sê keçên Êzîdî ji destê DAIŞ ku bi taybetî yek ji wan temenê xwe sê meh bûn dema hat birin diaxafe.

Aug 15, 202410 min

Multiculturalism to get a make-over - Pirçandî ber bi guhertinê ve diçe

Fifty years ago, Labor minister Al Grassby [[graz-bee]] urged Australians to embrace a growing multicultural identity. Now, a sweeping review has examined the state of Australia's multicultural society. - Pêncî salî berê, wezîrê partiya Kar Al Grassby ji Australîyan xwest ku nasnameyeke pirçandî ya pêşkeftî hembêz bikin. Niha, lêkolîneke berfireh rewşa civaka pirçandî ya Australya vekolandiye.

Aug 15, 20245 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 14î Tebaxa 2024

Di bûletena nûçeyên îroj de: Serokwezîr û serokê opozisyonê li ser mijara vîzeyên ji bo Filistîniyan ketin e rik hev... Pêşwaziya li balfirgeha Sydney ji bo Olîmpiyên Australya dema vegera ji Parîsê, ew nûçeyana û nûçeyên din bi bûletenê de hene.

Aug 14, 20245 min

Why is sex and sexuality education taught in Australian schools? - SBS Examines: Çima perwerdehiya zayendî û zayendîtiyê li xwendegehên Australya tê fêr kirin?

Sex ed in schools is controversial, but experts say it's vital for young people to learn about their bodies, identities, and healthy relationships. Why are some parents concerned? - Perwerdehiya zayendî li xwendegehan nakokî ye, ku di heman demê de girînge, lê pispor dibêjin ji bo ciwanan girîng e ku li ser laş, nasname û têkiliyên xwe yên tenduristiyê fêr bibin. Gelo çima beşek ji dêûbavan bi xemin?

Aug 14, 20247 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 13î Tebaxa 2024

Di vê bûletenê de: Hejmarên aborî yên nû destnîşan dikin ku mûçeyên Australîya ji enflasyonê derbas dibin... Kesek ji ber agirê daristanên derveyî kontrolê li derdora Atînayê jiyana xwe ji dest dide... Û di werzîşê de, Alexei Popyrin li Montreal bi ser dikeve - yekem Australîyê ku ji dema Leyton Hewitt di 2003 de sernavekî Masters 1000 qezenc kir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Aug 13, 20244 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 9î Tebaxa 2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Piraniya mamostayên xwendegehan dibêjin, ew nafikirin ku ew ê heta teqawidbûnê di kar de bimînin... Hukûmeta federal lê dinihêre ku çawa li seranserê welêt kêmbûna mezin ya bijîjkan çareser bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Aug 09, 20246 min

Hukûmeta Tirkiyê Instagramê qedexe dike

Tirkiyê bikaranîna Instagramê qedexe kir, piştî ku karbidestekî şûnbilind yê hukûmetê platforma medyaya civakî ji ber "sansûra" naveroka Hamasê rexne kir. Saziya Ragihandinê BTK'ê bêyî ku tu sedemê bide qedexe roja Înê ragihand. Bêtir derbarê vê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

Aug 08, 202410 min

Nûçeyên roja Pêncşemê 8î Tebaxa 2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Karkerên lênerîna zarokan li Australya ê ji sedî 15 zêdekirina mûçeyêwerbigirin... Li Brîtanya serhildanên dijî koçberiyê berdewam dikin, ku bi hezaran xwepêşander derketin e meşê... Û di sporê de, Tom Craig ê Australya ji ber kirîna kokainê li Parîsê îmtiyazên xwe yên Olîmpîkê ji dest dide, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

Aug 08, 202411 min

Rising cost of living pushes Australians into homelessness - Zêdebûna lêçûnên jiyanê Australîyan ber bi bêmalbûnê ve dibe

Every year, Homelessness Week is held with the goal of bringing attention to the difficulties that more than 122,000 Australians face when they become homeless on any given night. "Homelessness Action Now" is the theme for Homelessness Week in 2024. Australians who may not have imagined they would face financial difficulties are turning to support services for assistance as the country's growing cost of living continues to put financial strain on its citizens. Joining me in the discussion about ...

Aug 08, 20246 min

New visa subclass for migrant workers battling exploitation - Vîzeya nû ji bo karkerên koçber e ku neheqî li wan dibe

In a world first, Australia is seeking to tackle migrant worker exploitation through the introduction of workplace justice visas. This new visa subclass will allow migrant workers battling against exploitation to extend their stay in Australia while fighting a workplace claim. Historically, the threat to migrant workers of losing their visa status has silenced many from speaking out against their employers. - Di cîhanê ya yekem, Australya hewl dide ku bi danasîna vîzayên dadwerî yên cîhê kar bi ...

Aug 08, 20245 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 7î Tebaxa 2024

Di bûletena nûçeyên îroj de: Ji xelkê Australya hatiye xwestin ji ber aloziyên siyasîye li Bangladeşê neçin wî welatî… Raporeke nû destnîşan dike ku peyayên penaber li Australya bêtir tûşî nixweşiya derûnî dibin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Aug 07, 20245 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 6î Tebaxa 2024

Di vê bûletenê de: Banka Navendî rêjeyên faîzê bilind nake... DYA li Rojhilata Navîn daxwaza ragirtinê dike... Bermahiyên mirovan di hundirê tîmsehekî li bakurê Queenslan hatin dîtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Aug 06, 20246 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 2î Tebaxa 2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Wezîra Derve Penny Wong li ser vekolîneke Israîlî ya li ser kuştina karmenda alîkariyê Zomi Frankcom bangî Israîlê dike ... Azadkirina opozisyonên Rûsî di çarçoveya bivguhertina girtiyan ya dîrokî hat pêşwazîkirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Aug 02, 20245 min

Yazidi community in Australia wants justice for Sinjar genocide - Civaka Êzidî li Australya ji bo komkujiya Şengalê edaletê dixwaze

On the 3rd of August 2014 when IS attacked Sinjar, nineteen members of Khalid Taalo’s family were captured by them. Until now twelve of them have been back by buying them back and seven members are still missing. - Ji bo Êzidiyan 3’ê Tebaxê tu carî nayê jibîrkirin. Êzîdî li seranserê cîhanê - ne tenê yên li Şengalê vê roja trajîk bi bîr bînin. Deh sal derbas bûn, hîn jî edalet pêk nehatiye dibêje berêz Xalid Teelo ku hîn 7 kes ji malbata wî wunda ne.

Aug 02, 20249 min

Deh sal piştî komkujiya Şingalê, kesên rizgar bûyî edaletê dixwazin

Deh sal di ser êrîşa DAIŞ ya li ser Şingalê derbas bûn û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û kole kirin, lê gelek kesên rizgarbûyî, di nav wan de yên ji civaka Êzidî li Australya hîn jî li benda edaletê ne ji bo tiştên ku hatine serê wan. Rêjeya hovîtiyên ku li dijî civaka Êzîdî ji aliyê koma Dewleta Îslamî ve hatine kirin, kuştinên komî, revandin, kolekirin û tundiya zayendî ya sîstematîk. Heyam Mihê dema ku şazdeh salî bû ji aliyê çekdarên DAIŞ ve ji Şingalê hate revandin, ew çîroka xwe bi me re p...

Aug 02, 20249 min

'Edalet, eger edalet hebûya ê di 10 salan de pêk bihata'

Deh sal di ser êrîşa DAIŞ ya li ser Şingalê derbas bûn û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û kole kirin, lê gelek kesên rizgarbûyî, di nav wan de yên ji civaka Êzidî li Australya hîn jî li benda edaletê ne ji bo tiştên ku hatine serê wan. Rêjeya hovîtiyên ku li dijî civaka Êzîdî ji aliyê koma Dewleta Îslamî ve hatine kirin, kuştinên komî, revandin, kolekirin û tundiya zayendî ya sîstematîk. Gelek kes ji malbata Şemo Silo jî hatin revandin ku heya nuha hîn hevjîna wî, herdu kurên wî û bavê wî wundane...

Aug 02, 202410 min

Nûçeyên roja Pêncşemê 1î Tebaxa 2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Ji Australîyên li Libnanê daxwaz tê kirin ku ji wir bi zûtirîn dem ji tirsa şerekî berfireh çêbibe derkevin… Sê plansazên îdiakirî yên li pişt êrîşên 11ê Îlona 2001 gihîştin rêkeftinekê…Û di olîmpayedê de qayîxvan Jessica Fox ya Australî mêdalîyeke zêrîne din bi dest dixe, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

Aug 01, 202412 min

Kûştina sevîlan bi destê asayîşê

Ev bû demeke ku sivîl bi destê çekên hêzên asayişê li Silêmanî tên koştin ku vê yekê nerazîbûneke gîştí çê kirye. Li alîyekî din, segên berdayî gelek arîşe û nexweşîyan ji bo xelkê û zarokan çêdikin û her weha êrîşe ser zarokan dikin, zêdetire derbarê mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Jul 31, 202412 min

‘August 3 is a very sad and challenging day for all Yazidis’ - '3 Tebaxê ji bo hemû Êzidiyan rojeke gelekî xemgîn û dijwar e'

Ten years have passed since IS attacked Sinjar in northern Iraq, killing and enslaving thousands of Yazidis. Many survivors are still in the dark about what became of their loved ones. - Deh sal di ser êrîşa Daişê ya li ser Şingalê re derbas bûn û bi hezaran Êzîdî kuştin û kole kirin. Gelek kesên ku rizgar bûyî hîn nizanin çî bi serê hezkiriyên wan e ku wuda bûyî nizanin. Nîhad Berekat wê roja dijwar a ku jiyana wê û gelek Êzidiyan guhert bi bîr tîne. Rojeke ku nayê ji bîr kirin Daîş 28 kes ji m...

Jul 31, 20246 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 31î Tîrmeha 2024

Di bûletena nûçeyên îroj de: Serokê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniye li Îranê hat kuştin... Xezînedar Jim Chalmers hewl dide ku zêdebûna enflasyonê kêm bike… Û di sporê de, bûyerên Olîmpiyadê yên triathlon dê piştî rojên dereng yên ji ber xemên qirêjiyê pêş bikevin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Jul 31, 20244 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 30î Tîrmeha 2024

Di bûletena îro de: Wezîra Derve Penny Wong serdana Koreya Başûr dike... Hêla asîmanî ya herêmî Rex di tengasiyeke aborî de derbas dibe... Bi kêmanî 2 zarok ji ber êrîşeke bi kêran li Brîtanya mirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Jul 30, 20245 min

Kurte Nûçeyên roja Înî 26î tîrmeha 2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîra berê ya New South Wales Gladys Berejiklian îtîraza xwe ya li hember vedîtina gendeliyê winda dike… Serokê DYA Joe Biden û Cîgira Serok Kamala Harris ji serokwezîrê lsraîlê daxwaz kirin ku agirbestek şerê li Xezeyê bi dawî bike,w nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Jul 26, 20245 min

Gelo hukûmetek li Kerkûkê ji hemû pêkhateyan pêk bêt?

Kurd, Ereb,Turkman û xiristîyanên Kerkûkê nakokî li ser wergirtina postê parêzgarê Kerkûkê ya hukûmeta navxwe hene û heta niha ku nizêkî heft heyvin ku helbijartin birêveçûye hîn parêzgar û hemî postên Kerkukê nehatine destnîşankirin. Bejin kurtên Herêma Kurdistanê çendîn pirisgirêk hene ku ew jî daxwaza mefên xwe dikin ku derfeta kar bo wan were dayîn û wek mirovên normal werin hesibandin.

Jul 26, 20249 min

Nûçeyên roja Pêncşemê 25î Tîrmeha 2024

Di bûletena nûçeyên îro de: Piştî istîfakirina du wezîran ji kar, guhertin ê di kabîneyê de pêk bê… Australya ji ber tundûtûjiya niştecihan li Kenara Rojava sizeyê dide Îsraîliyan… Û di sporê de, Australya di Olîmpiyadên Parîsê de derbasî fînala çaryeka Rugby 7 dibe, ew nûçeyana û nûçeyên din hene.

Jul 25, 202411 min

Desteserkirina endamên Platforma Ciwanên Serbixwe

Roja 09/07/2024 sibehê malên endam û navenda Platforma Ciwanên Serbixwe hatin velokirin. Di encamê da 4 endam hatin desteserkirin û mehkemekirin. Doz li dadgeha bajarê Mêrsînê li ser "Koma Xwendina - Mêrsîn" hatibû vekirin û pêda çûbûn. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.

Jul 24, 202411 min
For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android