SBS Kurdish - SBS Kurdî - podcast cover

SBS Kurdish - SBS Kurdî

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
Last refreshed:
Follow this podcast in the Metacast mobile app to refresh it and see new episodes.
Download Metacast podcast app
Podcasts are better in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episodes

"Newroz has a beautiful feeling to it, a new life begins" - "Newroz hestekî gelekî xweşe, jiyaneke nû dide mirovan"

President of the Kurdish Society of Queensland Dr Hassan Sonboli tells us about Newroz celebrations. The event will be filled with Kurdish music, competitions and food. He tells SBS Kurdish that Newroz is national celebration especially for those who live in diaspora. It's the only celebration that brings Kurds from all over the world together. - Serokê Civaka Kurd ya Queensland Dr Hesen Sonbolî ji me re behsa pîrozbahiyên Newrozê dike. Bûyer dê bi muzîk, pêşbirk û xwarinên kurdî roja 23 Adarê p...

Mar 21, 20248 min

Çima Newroza li Akirê ji yên hemû cîhanê cûda ye?

Di naveroka raporta ji Hewlêre behs li ser Newroza li Akirê dibe, ku Newroza wî bajarî ji yên din bi nav û dengtire. Herweha behs li ser liheya li Duhokê jî dibe, ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û ziyaneke aboriye mezin li wî bajarî bû ye. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr heye.

Mar 21, 20249 min

Nûçeyên roja Pêncşemê 21î Adara 2024

Di vê buletenê de: Wezîrê Parastinê Richard Marles bi Britaniya re peymana ewlehî û hevkariyê îmze dike ... Liheyeke mezin li Duhokê di encama baraneke pirr de cê bû ye... Û di futbolê de, Graham Arnold ji Harry Souttar daxwaz dike ku li Leicester bilîze, û nûçeyên din hene.

Mar 21, 202411 min

Understanding bankruptcy and its consequences in Australia - Têgihîştina îflasê û encamên wê çi ne

Bankruptcy can be complicated for many people, as it can bring about feelings of financial shame and stigma. However, it may be the only way to alleviate financial distress in some cases. If you struggle to manage your debts, filing for bankruptcy could be an option. - Îflas dikare ji bo gelek kesan tevlihev be, ji ber ku ew dikare hestên şerm û stîgmeya aborî derxe holê. Lê, dibe ku ew di hin rewşan de rêya yekane be ku tengahiya aborî kêm bike. Heke hûn ji bo birêvebirina deynên xwe têdikoşin,...

Mar 20, 202411 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 20î Adara 2024

Di vê buletenê de: Xwepêşanderan li derveyî Balyozxaneya Çînê ya li Canberra bi polîsan ketine pevçûnê… Serokwezîr Anthony Albanese bertek nîşanî rexneyên Donald Trump li ser Kevin Rudd da... Li rojavayê Australya agirê metirsîdar li rojhilatê Perth li ser malan û jiyanê heye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 20, 20245 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 19î Adara 2024

Di vê buletenê de: Di pevçûneke cîrantiyê de 2 kes bi giranî brîndar dibin... Şîrketên medyaya civakî yên li Australya tên hişyar kirin... Rojnamevanekî ku di dorpêça dawî ya nexweşxaneyeke li Xezayê dişopand hat girtin, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 19, 20245 min

Nûçeyên Hefteyê

Di vê buletenê de: Bahoza siyasî li ser dayîna vîzeya Australya ji bo kesên ku ji Xezayê direvin çêdibe… Hejmara otomobêlên elektrîkê li ser rêyên Australya du qat dibin... Dîplomatên şûnbilind yên Tirkiyê serdana Iraqê dikin û daxwaza piştgiriyekî li dijî grûpa çekdar ya Kurd dikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 15, 202410 min

Nûçeyên roja Pêncşemê 14î Adara 2024

Di bûlentena roja Pêncşemê de: Laşê peyakî piştî hilweşîna "mineke" wêranker li Ballarat tê dîtin ... DYA alîkariya mirovî ye zêde ji bo Xezze ji Australya daxwaz dike... Û di werzêşe de, Eddie Jones di rola xwe ya nû de wekî rahênerê Rugby yê Japonê planên mezin hene, û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 14, 202410 min

The importance of understanding cultural diversity among Indigenous peoples - Girîngiya têgihîştina cihêrengiya çandî di nav gelên Xwecî de

Understanding the diversity within the First Nations of Australia is crucial when engaging with Aboriginal and Torres Strait Islander peoples and building meaningful relationships. - Fêmkirina cihêrengiya di nav Neteweyên Yekem yên Australya de dema ku bi gelên Aborjinî û Girava Torres Strait re têkildar bî û têkiliyên watedar ava bikî pir girîng e.

Mar 14, 20249 min

Dadwerekî Kurd ji ber biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê istîfa dike

Dadwerê Dadgeha Bilind yê Iraqê Ebdulrehman Zêbarî istîfa dike, ji bo şermezarkirina biryarên dadgehê ye vê dawiyê û arastekirina wê ji bo nûvekirina desthilatê li Iraqê. Di 21ê Şibatê de Dadgeha Bilind biryarek derxist û tê de ragihand ku divê parlemana Herêma Kurdistanê ji 100 parlamenteran li şûna 111 parlamenteran pêk were. Dadgehê herweha biryar da ku hilbijartinên parlemanêye li pêş yên Herêma Kurdistanê di bin çavdêriya Komîsyona Hilbijartinên Iraqê de bê kirin.

Mar 14, 20249 min

What are Ramadan and Eid and how are they celebrated in Australia? - Remezan û Cejna Remezanê çi ne û çawa li Australya tên pîrozkirin?

As Muslims in Australia and around the world observe Ramadan, a month-long period of devotion and fasting, in this episode, we explore the religious significance of this holy month. - Di dema ku Misilmanên li Australya û li seranserê cîhanê Remezanê pîroz dikin, mehek e îbadet û rojîgirtinê ye, di vî beşî Australya Binase de, em ê girîngiya olî ya vê meha pîroz lêbikolin.

Mar 13, 202410 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 13î Adara 2024

Di vê buletena nûçeyan de: Şofêrê otobîsê yê ku bi sedema yek ji qezayên herî kujer yên Australya tê tawanbar kirin dibêje ew ji tiştê ku qewimî wêran bûye… Aborînas Yanis Varoufakis dibêje divê Australya navûdengê xweyî xerabkirî vegerîne… Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 13, 20245 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 12î Adara 2024

Di vê buletenê de: Serokwezîr Albanese rexneyên Peter Dutton li ser siyaseta enerjiya hukumeta federal red dike… Serokwezîrê Haiti Ariel Henry îstifa dike… ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 12, 20244 min

Çîroka Fatimê, xatûna zîrek û bi azwer

Hatice Kamer di raporta xwe de ji me re behsa çalakiyên derbarê Roja Navnetewyî ya Jinan li Amedê û bajarê Kurdan li Tirkiyê cî digirin dike, herweha ji me re behsa çîrokeke taybet ya Fatime Taşlitûnc dike ku ew çawa xwe bi zarokên xwe re fêrî xwendin û nivîsandinê dike.

Mar 08, 202412 min

Nûçeyên Hefteyê

Di vê buletenê de: Peyayê ku bi kuştina jina ji Ballarat Samantha Murphy hat tawanbarkirin bi nav dibe ... Hukumet rapora xwe ya duyemîn ya salane li ser rewşa jinan diweşîne... Spanya 33 milyon dolar dide ajansa NY ji bo penaberên Filistînî, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 08, 20248 min

"Women are half of society, there is no development without women" - "Jin nîva civakê ye, bê jin pêşketin çê nabe"

Dr Kavi Mufti is an intensive care specialist, emergency physician, Director of ICU at Frankston Hospital Peninsula Health, and Associate Professor at Melbourne University. She came to Australia with her family in 1995 because of the instability and war in Iraq against the Kurds. Dr Mufti is very successful in her field as a doctor. We speak to her about International Women's Day and the importance of women's role in society. - Dr Kavi Muftî pispora lênihêrîna nexweşên metirsîdar û bijîjka lezgî...

Mar 07, 20249 min

"I have respect of all artists" - "Rêza min bo hemû hunermendan heye"

Artist and singer Kaniwar Barzani has been living in Australia since 2007. He has participated in many celebrations and events of the Kurdish community in Australia. We speak to him about his profession as a singer and who inspired him to become a singer. - Hunermend û stranbêj Kanîwar Barzanî ji sala 2007 li Australya dimîne. Ew di gelek şahî û ahengên civaka Kurd li Australya beşdar bûye. Em bi wî re derbarê hunera wî ya stranbêjê û îlhama kîjan stranbêjî li ser wî hebû ku ew bû stranbêj diaxa...

Mar 07, 202410 min

Nûçeyên roja Pêncşemê 7î Adara 2024

Di bûlentena roja Pêncşemê de: Australya têkiliyên xwe bi Viyetnamê re xurtir dike ... Hûsî êrîşên li ser Derya Sor berdewam dikin… Û di werzîşê de, tîmê Olîmpiyadê yê Australya ji bo lîstikên li Parîsê cilên xwe yên fermî eşkere dike, û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 07, 202410 min

Herêma Kurdistanê serhildana sala 1991ê bi bîr anî

Di 5’ê Adara 1991 de li Raniya ku deriyê serhildanê bû. Xelk bi cesaret û îradeya xwe bajar ji bindestiya desthelatdariya wê demê ya Sedam Husên rizgar kir û li seranserê başûrê Kurdistanê îlhama serhildanên bi vî rengî pêk hatin. Nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê ji me re behsa wê boneyê dike û herweha behsa dem-xuyakirina helbijartinên li Herêma Kurdistanê jî dike.

Mar 07, 202413 min

How to prepare a job application: Tips for success - Çawa daxwaziya karekî amade bikî: Serişteyên Serkeftinê

When coming across an advertisement for a job that interests you, understanding the subsequent steps is crucial. Preparing the requisite documentation and comprehending the recruiter's expectations will enhance your likelihood of securing that position. - Dema ku ji bo karekî ku we eleqedar dike, hûn rastî reklamekê tên, têgihîştina gavên li pêş pir girîngin. Nivîsandina kaxezên daxwaza kar dikare tirsinak be, lê têgihîştina hêviyên peywirdar dê şansê we ji bo bi destxistina kar zêde bike.

Mar 06, 202411 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 6î Adara 2024

Di vê buletena nûçeyan de: Qantas 250,000 dolar ceza li ser tawanên nijadperestî, binpêkirinên tenduristî û ewlehiyê digire... Beryar e ku Joe Biden namzediya hilbijartina seretayî ya Iowa bi dest xîne... Û di werzêşê de, lîstikvanê Australî yê basketbolê Patty Mills peymaneke bi Miami Heat re mor dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 06, 20245 min

Calls for widespread change on how obesity is treated in Australia - Bang li guhertineke berfireh derbarê dermankirina qelewbûna li Australya dibe

An extra 2.5 million Australians are now classified as obese compared with a decade ago, as the federal government considers a proposal to limit junk-food advertising targeted towards children. The new figures shine the light on alternative perspectives on what it means to be obese as well what makes it difficult for migrant communities. - Zêdetirî 2.5 mîlyon Australî li gorî deh salên berê niha wekî qelew têne hesibandin, ku di heman demê de hukumeta federal di pêşniyarekê de difikire da ku rek...

Mar 06, 20245 min

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Adara 2024

Di vê buletena nûçeyan de: Hukumet plana 2 milyar dolarî ji bo xurtkirina pêwindiyên aborî bi Başûr Rojhilatê Asyayê re eşkere dike... Serokê Koalîsyonê Peter Dutton guhertinên di kabîneya xwe ya Opozîsyonê de ragihand... Û di werzîşê de, rahênerê Matildas Tony Gustavsson dibêje ji dema ku tawanên destdirêjîyê hatine eşkere kirin, ew bi Sam Kerr re neaxifiye. Ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 05, 20246 min

Nûçeyên Hefteyê

Di vê buletenê de: Şermezarkirin û tevliheviya li dor bûyereke kujer li rawestgeha alîkariyê ya li Xezayê... Dezgeha sîxuriyê ya Australya biryara eşkerenekirina navê siyasetmedarekî diparêze... Û di nûçeyên tenis de, Andy Murray di siberoja xwe de difikire ku di heman demê de Medvedev di şampiyoniya Dubeyi de pêş dikeve, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Mar 01, 20249 min

"Di pêkanîna xewnên xwe de berdewam be"

Rêbaz Mihemed di sala 2012an de ji Herêma Kurdistanê koçe Brîtaniya kir. Tev ku wî zimanê Îngilîzî nedizanibû, ew nuha bûye yek ji baştirîn werzîşvanên topa pê ya şêweya azad (freestyle), û çar caran Xwediyê Rekorda Cîhanê yên Guinnessê ye.

Mar 01, 202410 min

Nûçeyên roja Pêncşemê 29î Şubata 2024

Di vê bûlentena roja Pêncşemê de: Yekem kesê ku li gorî qanûnên destwerdana biyanî ya Australya tawanbar tê dîtin ...Fransa mafê kurtajê di Destûra Bingehîn ya xwe de dibepejirîne... Û di sporê de, Pekîn wekî mezûvana şampiyoniya werzêşa cîhanê ya 2027 hate binav kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Feb 29, 202411 min

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 28î Şubata 2024

Di vê buletena nûçeyan de: Peyakî Australî ku di zarokatiya xwe de birin Sûriyê, taybetî bi SBS Dateline re diaxive... Balyozê Ukraynê ji hukumetê daxwaza bêtir piştgirî dike... Agirên daristanan li Victoria berdewamin, ew nûçeyana û nûçeyên din di buletenê de hene.

Feb 28, 20244 min
For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android