#155. Nivîsîna Nûrsî û Xwendina Seîdî - podcast episode cover

#155. Nivîsîna Nûrsî û Xwendina Seîdî

Aug 15, 20242 min
--:--
--:--
Download Metacast podcast app
Listen to this episode in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episode description

  • Tarîxçe-î Heyat ya Bedîuzzeman Seîd Nursî dibêje dema ew li Isparta dima jin, mêr, gênc, kal û pîr bi hezaran telebeyên wî yên ji wan hêlan rîsaleyên wî yên nûr bi yaziyên destan neşr dikirin.
    Gorey wê tarîxçeyê wan çaxan hinek telebeyên wer wisa hebûne ku 7-8 salan ji malên xwe dernediketine û bi ro û şev Rîsale-î Nûr dinivîsîne.
    Tê gotin ku wan salan bi sed hezaran nusxeyên Rîsale-î Nûr bi xetên Erebî hatine nivîsîn û hatine belakirin.
  • Sîyasetvan Süleyman Demirel mesela, ku ew jî ji hêla Isparta ye û li dewleta sek-sekuler ya Tirkîyê heft caran bûye serokwezîr, di roportajekê de behsa wan rîsaleyan dike.
    Demirel ser rîsaleyan dibêje ‘’Salên 1930î ez zarok bûm, min ew cara siftih wê çaxê bihîstin’’ û dibêje ‘’Li gundê me İslamköyê belkî li 15-20 malan Rîsale-î Nûr dihatin nivîsîn, dihatin neşr kirin.’’
  • Serê salên 2000î geh li Sirûcê geh li Riha şevên Înê seba ez gunehan ji xwe daweşînim û bi fikr û fiîlên pak li heyatê vegerim, di ziqaqên teng û tarî re car caran diçûm malên Nûrcîyan û min li wan malan ji wan ne ewên dinivîsinin, lê ewên dixwînin nas dikirin.
  • Hebûn hinek; hebûn hinek bi mehan bi salan tew ji mal derneketibûn û wer Rîsaleyî Nûr xwendibûn. Bi min pir ecêb dihatin.
    Hîn jî bi min pir ecêb tên; ewên tim bi tenê Rîsale-î Nûr nivîsîne, ewên tim bi tenê Rîsale-î Nûr xwendine, pir ecêb.
    Nivîskar Orhan Pamuk ku di epîgrafeka Kara Kitapê de ji İbni Zerhani neqil kiriye: Ti tişt nola heyatê ne ecêb e, xêncî nivîsê.
    BÎBLÎYOGRAFYA
  • Kovara Nûbihar, Hejmara 167yan, Pak Ajans - 2024
  • Orhan Pamuk, Kara Kitap, İletişim Yayınları - 1997
    Risale-i Nur Müellifi Bediüzzaman Said Nursi Tarihçe-i Hayatı, Şahdamar Yayınları - 2013
  • Murat Arslan, Süleyman Demirel, İletişim Yayınları - 2019
  • Bi yaziya destan Rîsale-î NûrLi ortê Süleyman Demirel, bi dê û bavê xwe re.
  • ✍️ Di vê xelekê de bi navê Seîdê Nûrsî meseleya xwendin û nivîsînê heye.


  • 📸 Fotografa li qapaxê: Sala 1958an li Afyonê hatiye kişandin. Î fotograf kişandî gorey gotina Kemal Ural, Tuncer Nurî Yükselê 16 salî kişandiye. Ural dibêje Seîd Nursî piştî çend fotografan dibîne ku fotografên wî têne kişandin û destê xwe radike, ''di-bes!-îne.''


  • xwe binivîsî û bibî aboneya bultena Perxudres Podcastê, wê her Pêncşem di saet 5:50 pm de nivîs û dengê podcasta nû were ser e-maila te.






For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android