#134. Fîlmeka Ser Kuştinê | Qasim 2023 - podcast episode cover

#134. Fîlmeka Ser Kuştinê | Qasim 2023

Nov 28, 20231 minEp. 134
--:--
--:--
Download Metacast podcast app
Listen to this episode in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episode description

Fîlmeka Ser Kuştinê ji dekaloga Krysztof Kieslowski nola navê xwe fîlmeka ser kuştinê ye. 

Di fîlmê de Kieslowski bi senaryoyeka sade his û hesasîyetên ser sûc û cezayan raber dike. 




Gêncekî boş û betal dibe qatil di fîlmê de û avûqatekî nû dest bi meslekê kiriye avûqatîyq wî dike. 

Sûc û ceza ji Habîl û Kabîl vir ve hene û heta niha jî kesî nedîye ku cezayên jibo sûcan têne dayîn dinê xweştir kirine.


Hinekên ser sûc û cezayan serên xwe êşandine, dibêjin mexseda cezayan gerek îslehkirin be, eger îslehkirin tunebe ceza jî bêmehne dimîne. 

Hepsên hikûmetan hene, lê sedsala 21ê hîn jî heps nebûne cihê îslehkirinê. Ceza jibo îslehkirinê ne, jibo girtin û kontrolkirinê têne dayîn.


Cezayê kuştinê lê? Gerek kuştin be cezayê kuştinê? Kieslowski di roportajekê de dibêje ew îdamê qebûl nake, nabe ku yek seba kuştina yekî were kuştin.


Meseleyên însanan, meseleyên giran, meseleyên hebûn û nebûnê. Loma ha te fîlmeka Kieslowski sêr kiriye ha te kitabeka Dostoyevsky xwendiye, eynî ye.


Omer Faruk Baran


Fotografa li qapaxê: Karekterê Fîlmeka Ser Kuştinê, MUBI.


For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android