#131. Bikujin Yarên Xwe - podcast episode cover

#131. Bikujin Yarên Xwe

Nov 26, 20232 minEp. 131
--:--
--:--
Download Metacast podcast app
Listen to this episode in Metacast mobile app
Don't just listen to podcasts. Learn from them with transcripts, summaries, and chapters for every episode. Skim, search, and bookmark insights. Learn more

Episode description

Kill Your Darlings, ku mehneya wê Bikujin Yarên Xwe ye, bi navê xwe bala min kişand. 

Fîlma 2013an, ji 1944an behsa Allen Ginsberg û derdora edebîyatê ya Unîversîteya Columbia dike. 

Allen Ginsberg û hevalên wî bi şor û şiîrên xwe salên 1950 û 1960î bûne rêberên Beatnîkan. 

Beatnîk piştî du herbên mezin yên dinê li mehneya heyatê gerîyane ku tecrûbeyên bi eşq û evîn û eroînê ti carî têra wan nekirine. 

Yasax ne xema Beatnîkan bûne û wan bi eserên xwe hikûmet, kapîtalîzm, tabû û statuko rakirine û li erdê xistine, hûrhûrî kirine ew, herifandine, hilweşandine. 

Sedsala 21ê li dinê her derê rejîm totalîtertir bûn û pê re edebîyatan, entelektuelan ew ruhê serîrakirinê terk kirin sankî. 

Me jî, me digot qey wê edebîyat û entelektualîteya sedsala 21ê bi sosyal medyayê azadîy û serbestîyê bîne lê em wer ketin rewşekê ku sal donzdeh mehan, ro bîst û çar saetan em girtî ne.

Zati rejîmên totalîter ji sosyal medyayê pir hez dikin. Hêrs û hideta ku li sosyal medyayê dikeve natirsîne rejîmên totalîter. Ku li rejîman çi diqewime jî milet bi hevdu dikeve li ser sosyal medyayê, milet hevdu şikayet dike, û rejîm tavilê radibe milet jiber fikrên dijî dûzena wê, digire. 

Dûzena dinê neguherandin belkî Beatnîkan, lê qe nebe dûrî dûzenê serbest bûn li vê heyatê, serbest gotin û serbest gerîyan. 

Em, însanên sedsala 21ê em ne kanin fikrên xwe serbest bêjin em ne kanin hisên xwe. Ew Beatnîkên sedsala 20an bûn, em tirsonek-etnîkên sedsala 21ê. 

Ömer Faruk Baran 
omerfarukbaran@hotmail.com
For the best experience, listen in Metacast app for iOS or Android